Dîroknasa Rûsî: Eger Kurd Eşîr Nebûna, Niha Kurd Nemabûn

Dîroknasa Rûsî Yevgeniya Îlyinîçna Vasîlyeva: "Eger Kurd Eşîr Nebûna, Niha Kurd Nemabûn"

Oct 17, 2025 - 14:14
Oct 17, 2025 - 14:29
Dîroknasa Rûsî: Eger Kurd Eşîr Nebûna, Niha Kurd Nemabûn
Dîroknasa Rûsî Yevgeniya Îlyinîçna Vasîlyeva: Eger Kurd Eşîr Nebûna, Niha Kurd Nemabûn

Dr. Bekir Abdullah Şah Mihemed di hevpeyvînekê de bîranîneke xwe ya bi pispora dîroka Kurd û Kurdistanê, Yevgeniya Îlyinîçna Vasîlyeva, bibîrtîne. Dr. Bekir di dema xwendina xwe ya li Rûsyayê de derfet dîtiye ku bi Vasîlyeva re hevdîtinê bike û rojekê pirseke girîng jê bipirse.

Di vîdeoyeke nû de, Dr. Bekir Abdullah Şah Mihemed, li ser "Nihêniya Mayîna Kurdan" ji dîroknasa Rûsî Yevgeniya Îlyinîçna Vasîlyeva ku pîspora dîroka Kurd û Kurdistanê ye dipirse ka çawa Kurd karîbûn hebûna xwe bidomînin. Bersiva ku distîne balkêş e: Dîroknasa Rûsî diyar dike ku gelek netewe, bi taybetî yên li Afrîkayê, wek mînaka "Biafra"yê dide, bi mîlyonan kes bûn lê ziman û hebûna wan ji holê rabûye.

Li ser pirsa Dr. Bekir Abdullah Şah Mihemed, dîroknasa Rûsî wiha bersiv dide: "Divê hûn gelê Kurd spasdarê qonaxa mîrektî û eşîrtî ya Kurdistanê bin. Eger eşîrên Kurdan nebûna, ne zimanê we, ne navê we, ne jî rûmeta we dima." Dîroknas destnîşan dike ku di wê demê de, serokên eşîran xwedî desthilatên wekî serokên hikûmet û dewletan bûne û bi vî rengî jî tevdigeriyane. Herwiha, eşîran xwedî hêza leşkerî jî hebûne. Wek mînak, ew behsa eşîra "Caf" dike û dibêje ku wan dikarîbûn di nav 24-30 saetan de 3.000 çekdaran kom bikin û di nav wan de fermandar û berpirsên xwe jî nas bikin.

Dr. Bekir Abdullah Şah Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan dike ku Dîroknasa Rûsî diyar kiriye; li gel hêza leşkerî, di nav eşîran de cotkar, bazirgan û gelek beşên din yên civakê jî hebûne ku aboriya xwe bi rê ve dibirin. Ew dubare dike ku eger ev hêza eşîrtî nebûya, Kurdan dê her tiştê xwe winda bikira û nedikarîbûn li hember wan siyasetên bişaftin û asîmîlekirinê, şer, komkujî û nefîkirinê xwe biparêzin.

Ev çîrok girîngiya avahiya civakî û siyasî ya eşîrtî di parastina hebûna Kurdan de ronî dike, bi taybetî di demên ku dewletek wan a navendî nebûye.

Videoya Dr. Bekir Abdullah Şah Mihemed