Şifa Barzanî bi Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî re civiya
Şifa Barzanî bi Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî re civiya
Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê ji aliyê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî ve hate pêşwazîkirin û di civînê de mekanîzmayên piştgirîkirina penaberên Kurd hatin gotûbêjkirin.
Îro duşem, 30ê Adara 2026an, Dr. Berhem Salih, Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî, pêşwaziyê li Şîfa Barzanî, Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê, kir û bi hev re rewşa penaberan û hevrêzîyên di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, ku li Nivîsîngeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî li Cenêvê hate lidarxistin, Serperiştyarê Revenda Kurdistanê, desbikarbûna posta nû li Dr. Berhem Salih pîroz kir. Piştre bi berfirehî bal kişandin li ser rewşa giştî ya penaberan û dîtina mekanîzmayên guncaw û çareserîyan ji bo alîkarîkirina penaberên Kurd li seranserê cîhanê.
Mijareke din a gotûbêjên wan ên kûr û girîng de, ji bo wan Kurdên ku ji ber alozî û bêaramiya rewşa Rojhilata Navîn koçber bûne û berê xwe dane welatên cîhanê, hate nirxandin. Di vî warî de, Komîserê Bilind ê Penaberan, tekez li ser berdewamiya piştgiriyên Neteweyên Yekbûyî ji bo tevahî penaberên cîhanê û bi taybetî jî penaberên Kurd kir.
Her wiha hêvî xwest ku peywendî û hevrêzîyên di navbera Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Komîseriya Bilind a Penaberan de berdewam bin, bi mebesta çavdêrîkirin û agahdarkirina li rewşa jiyan û debara penaberên Kurd li her dera cîhanê bin.
Hêjayî gotinê ye ku ev hevdîtin di demekê de ye ku herêma Rojhilata Navîn qonaxeke hestiyar û tijî pevçûnan de derbas dibe, ku bûye sedema derketina pêleke nû ya koçberî û penaberiyê. Wergirtina posta Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî ji aliyê kesayetiyeke Kurd ve, wekî derfeteke girîng tê dîtin ji bo zêdetir ronîkirina qeyrana penaberan li ser asta navneteweyî û gihandina dengê ziyanberketiyan. Li hemberî vê de, Konfederasyona Revenda Kurdistanê, di dema borî de hewlên xwe xurt kiriye ji bo rêxistinkirina şiyanên diyasporaya Kurd li derveyê welat û avakirina pireke peywendiyên xurt bi navendên biryardar ên cîhanî re, da ku baştir mafên wan Kurdên ku bi neçarî warê xwe bi cîh hiştine, bêne parastin.