Serokê Herêma Kurdistanê Peyamek Ji Serokê Amerîkayê wergirt

Serokê Herêma Kurdistanê Peyamek Ji Serokê Amerîkayê wergirt

Apr 1, 2026 - 17:41
Serokê Herêma Kurdistanê Peyamek Ji Serokê Amerîkayê wergirt
Serokê Herêma Kurdistanê Peyamek Ji Serokê Amerîkayê wergirt

Îro êvarê, roja Çarşemê 01.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Tom Barrack, nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê, wergirt.

Birêz Barrack peyama Serok Donald Trump gihand, ku tê de êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û êrîşa bi drone ya li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê, bi tundî şermezar dike. Serok Trump hevxemiya xwe ji bo cenabê wî û malbatên şehîdan anî ziman û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran xwest.

Di peywendiya telefoniyê de, birêz Barrack herwiha tekez li ser piştgiriya tevahî ya Serok Trump û Amerîkayê ji bo parastina ewlekarî û asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê kir. 

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiyê kir û rûmeta xwe ji bo helwest û alîkariyên Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.

Encamên şerê li deverê, babeteke din a peywendiyê bû.