Efrînî Spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Dikin
Efrînî Spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Dikin
Kombenda Efrîn a Civakî Rûmet û Rêzdariyê Pêşkêşî Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Kir
Kombenda Efrîn a Civakî, roja Sêşemê, 27/1/2026, li Qamişlo, nameya spasiyê û rêzdariyê ji ber rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkarîkirin û xizmetkirina koçberan de, pêşkêşî Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir.
Kombenda Efrîn a Civakî, komek e ku beşeke mezin ji wan koçberane û ji bo rêxistinkirina karûbarên koçberan û piştgiriya civakî ji wan re dixebitin. Kombenda Efrîn a Civakî alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê bi rûmet û bilind dinirxînin.