Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê Ji Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan Wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê Ji Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan Wergirt
Îro êvarî, roja Duşemê, 30.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji birêz Receb Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, peywendiyeke telefoniyê wergirt.
Di vê peywendiyê de, Serok Erdogan hevsoziya xwe ji bo rêzdar û wan malbatên Pêşmergeyên qehreman ên ku di êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd û birîndar bûn, anî ziman. Herwiha, bi tundî wê êrîşa dronî ya li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê şermezar kir.
Serok Erdogan tekez kir ku welatê wî aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîngî dinirxîne û herdem piştgiriyê dide asayîş û parastina ewlehiya herêmê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Serok Erdogan û helwesta dostane ya Tirkiyê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem dê bibe faktoreke aramiyê û qet nabe beşek ji şer û aloziyan.
Pêşketinên dawî yên şer û encamên wê yên li ser herêm û cîhanê, mijareke din a peywendiya telefoniyê bû. Di vê peywendiyê de, herdu aliyan tekez li ser girîngiya hewldanên dîplomatîk ji bo rawestandina şer û çareseriya aştiyane ya nakokiyan kirin.