Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefoniyê ji Wezîra Derve ya Brîtanyayê wergirt.
Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefoniyê ji Wezîra Derve ya Brîtanyayê wergirt.
Êvara îro Yekşem, 29.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji Xanima Yvette Cooper, Wezîra Derve ya Brîtanyayê, wergirt.
Di peywendiyê de, Xanima Cooper bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û êrîşa dronî ya doh a li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê şermezar kir, herwiha sersaxî û hevxemiya xwe ji bo cenabê wî û malbatên Pêşmergeyên qehreman ên ku di êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd û birîndar bûn, anî ziman.
Wezîra Derve ya Brîtanyayê herwiha tekez kir ku welatê wê bi girîngiyeke mezin ve li aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û pabendbûna Brîtanyayê ya bi berdewamiya alîkarî û piştevaniyên xwe dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Xanima Cooper û piştevaniya Brîtanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha dûpat kir ku Herêma Kurdistanê qet nebûye û nabe beşek ji şer.
Di mijareke din a peywendiyê de, wan li ser pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, û li ser pêşketinên dawî yên şer û encamên wê yên li ser herêmê û cîhanê de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de, her du aliyan tekez li ser girîngiya dîtina çareseriyên aştiyane û xurtkirina hewldanên dîplomatîk ji bo bi dawî anîna şer kirin.