Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê li Fermana Serokê Sûriyê li ser Mafên Kurdan Dike û Daxwaza Cîbicîkirina wê Dike
Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê li Fermana Serokê Sûriyê li ser Mafên Kurdan Dike û Daxwaza Cîbicîkirina wê Dike
Hewlêr – Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro pêşwaziyê li fermana birêz Ehmed el-Şer'î, Serokê Komara Sûriyê kir, ku tê de Kurd wekî pêkhateyeke resen hatine naskirin û parastina mafên wan tê destnîşankirin. Barzanî ev gav wekî "gaveke girîng a siyasî û yasayî ya rast" binav kir ji bo avakirina Sûriyeke nû û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan.
Di peyamê de ku îro, 17ê Çileya Paşîn a 2026an, hat belavkirin, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku "naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û parastina mafên wan, gaveke girîng a siyasî û yasayî ya rast e ji bo avakirina Sûriyeke nû û mîsogerkirina mafên hemûyan."
Barzanî herwiha destnîşan kir ku rêzgirtina li pirrengî û wekheviyê wekî çavkaniya hêzê, ne sedema dabeşbûnê, bingeha aramî û aştiyê ye û pêkvejiyana niştimanî xurt dike. Herwiha diyar kir ku nirxê temamî yê van biryaran di wê de ye ku "bibin yasaya bi kar û di destûra Sûriyeya dahatû de bêne cîgirkirin, ji bo ku parastî û berdewam bin."
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de piştevaniya xwe ya ji bo "her hewldanekê ji bo avakirina dewleteke li Sûriyê ku hemû pêkhateyan bê cûdahî û paşguhxistin hembêz bike," ragihand. Herwiha anî ziman ku divê li Sûriyê mafên siyasî û çandî yên hemûyan mîsoger û parastî bin, ji bo ku aramî û ewlehiya navçeyê xurt bibe.
Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hemû aliyan kir ku "dûrî tundûtûjiyê, bi hev re bixebitin ji bo danîna mekanîzmayên zelal ji bo cîbicîkirina vê fermanê û veguherandina wê bo siyaset û kiryarên berbiçav." Herwiha dubare kir ku Herêma Kurdistanê "ji bo her hevkariyekê di ber aştî û ewlehiyê de amade ye."
Naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê:
Pêşwaziyê li fermana doh a birêz Ehmed el-Şer'î, Serokê Komara Sûriyê dikim. Naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û parastina mafên wan, gaveke girîng a siyasî û yasayî ya rast e ji bo avakirina Sûriyeke nû û misogerkirina mafên hemûyan.
Rêzgirtina li pirrengî û wekheviyê wekî çavkaniya hêz e, ne ku sedema dabeşbûnê, bingeha aramî û aştiyê ye û pêkvejiyana niştimanî xurt dike. Di demek de ku em vê fermanê bilind dinirxînin, em tekez dikin ku nirxê temamî yê van biryaran di wê de ye ku bibin yasaya bi kar û di destûra Sûriyeya dahatû de bêne cîgirkirin, ji bo ku parastî û berdewam bin.
Piştevaniya her hewldanekê dikin ji bo avakirina dewleteke li Sûriyê ku hemû pêkhateyan bê cûdahî û paşguhxistin hembêz bike, tê de mafên siyasî û çandî yên hemûyan mîsoger û parastî bin û aramî û ewlehiya navçeyê xurt bike.
Lewra, daxwaz ji hemû aliyan dikin ku dûrî tundûtûjiyê, bi hev re bixebitin ji bo danîna mekanîzmayên zelal ji bo cîbicîkirina vê fermanê û veguherandina wê bo siyaset û kiryarên berbiçav. Herwiha, em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyekê di ber aştî û ewlehiyê de amade ye.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/01/2026