UNHCR Peyama Serok Barzanî Bilind Dinirxîne

UNHCR Peyama Serok Barzanî Bilind Dinirxîne

Jan 15, 2026 - 13:14
UNHCR Peyama Serok Barzanî Bilind Dinirxîne
UNHCR Peyama Serok Barzanî Bilind Dinirxîne

Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî UNHCR ji bo Penaberan li Iraqê, peyama Serok Mesûd Barzanî ya di derbarê pêwîstiya rêzgirtina penaberên Ereb ên Sûriyê yên niştecihên Herêma Kurdistanê û rawestandina kampanyayên neyasayî yên li dijî wan, bilind nirxand.

Komîseriyê di daxuyaniyekê de ku îro Çarşemê 14.01.2026an li ser torên xwe yên fermî belav kir, tekezî li ser girîngiya parastina penaberên Sûriyê li seranserê Iraqê, di nav de Herêma Kurdistanê, kir û destnîşan kir ku zêdetirî 308,000 penaberên Sûriyê li Iraqê di Komîseriyê de hatine tomarkirin.

Her wiha got: "Penaber û civakên mêvandar ên Iraqî her dem di rewşek rêzgirtina hevdu de bi hev re jiyane, û em teşwîq dikin ku hewldanên berdewam ji bo misogerkirina hevgirtina civakî. Hevgirtin û dilovanî ji bo parastina kesên ku ji pevçûnan reviyane, bingehîn in."

Komîseriya UNHCR ragihand: "Komîserî wê berdewam bike di piştgirîkirina desthilatdarî û civakan de ji bo dabînkirina hawîrdoreke ewle, bi rûmet û berfireh ji bo her kesî."