Wênekêşê ku Rengên Bakurê Kurdistanê Wêne Dikir (Salên 1960)

Enver got: "Ez ji ber zindîbûna gelê Kurd û derdora wan, rengên kincên wan, çiya û deştan bûm wênekêş," û paşê anî ziman ku rengên kincên jinên Kurd ji xwezayê bi xwe hatine wergirtin.

Aug 25, 2025 - 20:17
Aug 25, 2025 - 20:21
Wênekêşê ku Rengên Bakurê Kurdistanê Wêne Dikir (Salên 1960)
Rengên Bakurê Kurdistanê

Berî ku Enver Ozkahraman di dawiya salên 1960î de dest bi wênekêşiyê bike, medyaya Tirk, tiştek zêde li ser xweza, mirov û xweşikî û bedewiya Bakurê Kurdistanê nedizanî.

Enver, zilamekî bejnbilind bi du kamerayên lense-dirêj, yek li stûyê wî û ya din di destê wî de, li parêzgeha Amedê ya li Bakurê Kurdistanê li nêzîkî kenarên çemê Dîcleyê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de, ew çûye gelek gundên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî yên li ser tixûbên Bakur û Başûrê Kurdistanê (Tirkiye û Iraqê) li parêzgeha Colemêrgê, da ku wêneyên Kurdan û xwezaya derdora wan bikşîne.

Enver leşkeriya xwe ya mecbûrî qedand û piştî demeke kin dest bi karê xwe li saziya dewletê ya YES (Rê, Av, Elektrîk) kir, ku xizmetên bingehîn ji deverên gundewarî re peyda dike. Enverê ku di heman demê de wênesaz bû, tavilê bi dîmenên balkêş ên Kurdistanê heyran ma, ev yek bû îlham ku ew kamerayekê bikire da ku wan dîmenan bikşîne.

Enver got: "Ez ji ber zindîbûna gelê Kurd û derdora wan, rengên kincên wan, çiya û deştan bûm wênekêş," û paşê anî ziman ku rengên kincên jinên Kurd ji xwezayê bi xwe hatine wergirtin.

Paşê wî lê zêde kir ku şervanên azadiyê yên Kurdên Iraqê, ango Pêşmerge, sedemeke din bû ku ew bibe wênekêş.

"Dema ku ez li gundên nêzîkî sînorê Iraqê dixebitîm, ez rastî çend Pêşmergeyan hatim. Hevalên min ji min bawer nekirin û bi min keniyan, ji ber vê yekê min kamerayek kirî da ku wêneyan nîşanî wan bidim.”

Wî bi kamerayeke fîlmê ya Rûsî ya Lübitel 6x6 cm dest pê kir, ji ber ku di wê demê de kamerayên Ewropî û Amerîkî pir biha bûn û Enver nikarîbû wan bikire.

 Enver dide zanîn ku "Her çarçoveya ku me dikişand pere lê diçû, ji ber vê yekê dema ku çend çarçove jî bişewitin, em pir xemgîn dibûn. Diviyabû em hişyar bin û bi ronahiyê re tevbigerin û li gorî wê apertur û leza şeterê sererast bikin. Wekî din, we ne tenê derfetek ji dest dida, lê we ji hêla aborî ve jî zirar dikir,".

Ji sala 1969an û vir ve, Enver bêhejmar wêne kişandine, her çend ew behsa yên dîjîtal nake. Bi sedan wêne yên wî li ser salname û kartpostalan li Tirkiye û derveyî welat di salên ku ev populer bûn de derketin.

Enver bi serkeftina xwe pesnê xwe da û got: "Min arşîva neteweyekê afirandiye, ji sergînê pez bigire heta ewran her tiştê ku hûn bixwazin li cem min heye," .

Wênekêşandina koça Kurdên Iraqê di sala 1991'an de

Di dema koça 1991'an de, dema ku zêdetirî milyonek penaberên Kurd ên Iraqî ji ber Parêzvanên Komarî yên Sedam Huseyn reviyan û derbasî sînorên Tirkiye û Îranê bûn, Enver çû ser sînor da ku wêneyên penaberan bikşîne, ji ber ku artêşa Tirk destûr neda penaberên Kurd derbas bibin.

Enver got: "Ev wêneyên Kurdên ku ji zilma Sedam direviyan ji bo min taybet in; ez bi peyatî heta ku ji destê min hat çûm da ku wan bikşînim."

Wêneyên Enver li gelek welatan, di nav de Swîsre, Swêd û Dewletên Yekbûyî, hatine pêşandan. Niha, daxwaza wî ya tekane ew e ku li bajarên Hewlêr û Dihokê yên Kurdistana Iraqê pêşangehekê veke.

Ew dibêje: "Tiştê di dilê min de tenê ev e. Di wê pêşangehê de, ez ê salên 1988-1991'an nîşanî wan bidim."

Hînkirina teşîrêsiyê (cilimrêsiyê) ji keçên Kurd ên ciwan re

Dema ku diçû gundan, ew bi hunera teşîrêsiyê, ku bi sedsalan e nifş bi nifş derbas bûye, nas bû.

Vê tecrubeyê hişt ku ew li parêzgeha Wanê ya rojhilatê Tirkiyeyê atolyeyekê ava bike da ku vê hunera kevneşopî biparêze. Li wir, wî dest bi hînkirina teşîrêsiyê kir ji keçên ciwan ên ku nikarîbûn biçin dibistanê û ji ber nebûna derfetên kar gundên xwe terikandibûn. Bi vî awayî wî ji jinên ciwan re derfetek peyda kir ku kiliman bifroşin û beşdarî bazar û fûaran bibin. Îro atolyeya wî veguheriye dibistaneke ku girîngiyê dide xwendin û nivîsandinê.

Enver got: "Dema ez zarok bûm diya min li malê kilim çêdikirin. Teşîrêsî hunera vî miletî ye."

Kilimên Kurdî xwedî nexş û motîfên bêhempa ne û ji sorik û hirî tên çêkirin. Bi giştî sîh motîfên wan ên sereke hene. Nexşên herî berbelav Herkî, Sumarkl, Saman, Xalitbeg, Gulhezar, Gulsarya, Gulgever û Sine ne. Kilimên Kurdî ji pênc rengên sereke pêk tên: sor an xemrî (bordo), şînê tarî, qehweyî, reş û spî.

Enver qet ji nîqaşkirina wêneyên xwe naweste; ew bawer dike ku divê wênekêş û sînemager zêdetir bala xwe bidin nifşên kevn û çîrokên jibîrkirî.

Ew dibêje: "Mirovên pîr xezîne ne, xezîneyên destnedayî ne."

Mem Artemêt li Wanê ji dayik bûye û niha li Zanîngeha Artukluyê ya Tirkiyeyê doktoraya xwe dixwîne. Ew edîtorê kovara Sûretgrafê ye.

Kurdistan Chronicle