Barzanî: Em ji Hewlêriyan fêrî mirovdostî û mêraniyê dibin.
Serok Barzanî Bi Beşek Ji Welatiyên Hewlêrê re Civiya

Di roja Sêşemê, 21ê Cotmeha 2025an de, li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî bi beşek ji welatiyên Hewlêrê re civiya.
Di axaftinekê de, Serok Barzanî dilxweşiya xwe bi civînê anî ziman û ragihand: "Dema behsa Hewlêrê tê kirin, tê wateya behsa dîroka bi hezaran salan a vî welatî tê kirin, û îro Hewlêr paytext e û sitargeh û penageha her mexdûrekî û her azadîxwazekî ye."
Di axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa hilbijartinên gera şeşemîn a Encûmena Nûneran a Iraqê kir û destnîşan kir ku "her hilbijartinek girîng e, û ji bo me tiştekî prensîbî ye. Em bawer dikin ku divê milet biryara çarenûsa xwe bide, wekî ku min di Adara 1991ê de di dema Raperînê de li Koyeyê daxwaz kir ku hilbijartin bêne kirin û milet biryara xwe bide."
Serok Barzanî dubare kir ku pêwîst e hilbijartineke pak û bêqisûr di atmosfereke aram de bê lidarxistin.
Herweha, Serok Barzanî behsa qonaxên hilbijartinên li Iraqê ji sala 2005an heta niha kir û ligel pêşkêşkirina têbînî û şîroveyên li ser qanûna niha ya hilbijartinan li Iraqê, dubare kir ku "ji bo berjewendiya giştî em beşdarî hilbijartinan dibin û hêvîdar in piştî vê hilbijartinê guhertin bêne kirin û kesên ku hest bi berpirsiyariyê bikin werin ser kar û pirsgirêk bêne çareserkirin."
Serok Barzanî ji amadevanan re got: "Helwest û raya we gelekî girîng e, û hûn bi xwe her tişt li ber çavên we ye. Ya ku hûn ji bo Hewlêrê û Kurdistanê û herwiha ji bo Iraqê baş dibînin, hûn wê biryarê bidin."
Di derbarê karwanê avakirin û projeyên xizmetguzariyê de, Serok Barzanî got: "Gelek proje hatine kirin, ev ne minet e û ev karê hikûmetê ye. Partî ji bo xizmetkirina vî miletî hatiye damezrandin. Partî çi bike jî ji bo vî miletî û ji bo Hewlêrê, hîn kêm e."
Her di heman axaftinê de, Serok Barzanî behsa helwesta mêrxasî û dostane ya xelkê Hewlêrê kir di dema pêvajoya Enfalê ya Barzaniyan û Enfalê sala 1988an de û ragihand ku "tu carî ew qencî û camêriya xelkê Hewlêrê nayê jibîrkirin û heta em sax bin, em deyndarê we ne."
Herweha Serok Barzanî diyar kir ku Hewlêr bajarê pêkvejiyanê ye û got: "Çanda pêkvejiyanê çandeke dewlemend e û em pê serbilind in û ew bûye çekek herî bihêz di destê me de li derve û li hemû navendên navdewletî ku em pê şanaziyê dikin û divê ev çand ji bo nifşên pêşerojê kûrtir û bihêztir bê kirin."
Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de, Serok Barzanî ragihand: "Me digot piştî sala 2003an derfeteke zêrîn dê rû bide ku her kesekî Iraqî bigihîje maf û erkên xwe, lewma em çûn Bexdayê û bi hemû niyeta pak me hewl dan heta em gihîştin wê qonaxê ku Destûr di sala 2005an de hate amadekirin, ku ji bo wê demê û niha û paşerojê jî gelek tiştên erênî tê de hene ku kar pê bê kirin û sûd jê bê wergirtin. Em piştgirî didin wê Destûrê, lê mixabin ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nehat cîbicîkirin. Niha jî gelek tiştên ku peywendîdar in bi Herêma Kurdistanê ve bi qanûnên serdema rejîma Ba'asê tên rêvebirin."
Derbarê wê yekê ku Iraq welatekî pir-netew û pir-mezheb û pir-ol e, Serok Barzanî behsa hewldanên ji bo cîbicîkirina mafên pêkhateyan di Destûrê de kir û ragihand ku "eger Kurd nebûna, ew nedihatin ku wê bendê di Destûrê de cîbicî bikin."
Serok Barzanî hêvî xwest ku hemû alî vegerin ser Destûrê û pirsgirêk bêne çareserkirin û êdî mafên destûrî û qanûnî yên xelkê Kurdistanê neyên binpêkirin.
Her di wê civînê de, Serok Barzanî tekezî li ser berdewamiya biratî û pêkvejiyanê kir û di vê çarçoveyê de behsa serdema Şoreşa Îlonê kir ku Ereb, Xiristiyan û Tirkmen di serkirdayetiya şoreşê de bûn.
Derbarê rewşa Kurdistanê û pirsa pêkanîna hikûmeta nû de, Serok Barzanî dubare tekez kir ku berî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê divê hikûmeta nû bê pêkanîn.
Di beşekî din ê civînê de, Serok Barzanî bal kişand li ser wan projeyên stratejîk ku li Herêma Kurdistanê tên cîbicîkirin, bi taybetî çêkirina bendavan ku dê bandoreke mezin li ser parastina avê li Kurdistanê û rûbirûbûna qeyrana avê di pêşerojê de bike.
Herwiha tekezî li ser parastina jîngehê û geşkirina kultûra jîngehparêziyê kir.
Di dawiyê de, Serok Barzanî dubare spasiya amadevanan kir û ragihand ku "em ji Hewlêrê û ji Hewlêriyan fêrî rewişt, mirovdostî û mêraniyê dibin."