Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê hate Hewlêrê

Qasim E'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê îro dûşem hate bajarê Hewlêrê û ji aliyê Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.
Li gor zanyariyên tora medyayî ya Rûdawê, armanca serekiya serdana şandê ji bo lêkolîna li êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê.
Berî gihîştina şandê, îro du dron li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ketine xwarê. Li gor dijî Terora Kurdistanê, "ziyanên canî nebûye."