Îlham Ehmed: Rola Nêçîrvan Barzanî cihê spasiyê ye
Îlham Ehmed Hevseroka Peywendiyên Derveyê Birêveberiya Xweseriya Bakûr û Rojhilatê Sûriye, li hevpeyvîneke nû da digel tora medyayî ya Rûdawê, pesnê rola erênî ya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ya li piştevanîkirina sîstema nenavendî ya li Sûriyê dike. Heman demê de, naveroka danustandinên wan yên digel Hikûmeta Demkî ya Şamê û hebûna peywendiyên bi Tirkiyê re eşkere dike.
Îlham Ehmed: Rola Nêçîrvan Barzanî cihê spasiyê ye
Di derbarê rola Nêçîrvan Barzanî de, Îlham Ehmed ragihand: "rola wî birastî cihê spasiyê ye. Roleke erênî ye bi taybetî di wan pirsgirêkên ku niha Rojavayê Kurdistanê têda derbas dibe".
Di derbarê gotûbêjên bi Şamê re, Îlham Ehmed tekez kir ku armanca wan gihîştina bi "hevbeşiyeke rasteqîne" ye neku tenê radestkirina saziyan û Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) ye. Wê got: "babet her wiha nîne ku bên û bibêjin werin çekên xwe radest bikin." Her wiha eşkere kir ku divê Hikûmeta nû ya Sûriye îradeya xelkê navçeyê û wê sîsteme îdarî û emnî binasê ku di dema 13 salên derbasbûyî de hatine damezrandin.
Yek ji xalên cihê têbiyên hevpeyvînê ye, eşkere kirina Îlham Ehmed bû ya bi hebûna "kanaleke vekirî" û danustandinên bi Tirkiyê re. Ehmed got: "Danustandinek heye. Li van danustandinan da, em wiha dibînîn ku tişteke baş e, erênî ye... Em dixwazin bizanîn çawa wan astengî û berbestên ku hene nehêlîn." Ev e jî balkişandineke ji bo guhertina li peywendiyên di navbera her du aliyan de ku berê pirsgirêk û aloziyeke zêde bi xwe ve dîtibû.
Çavkanî: Rûdaw