Erdogan ji bo Macron: Nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê bi dawî dibe

Jul 27, 2025 - 14:09
Jul 28, 2025 - 14:43
Erdogan ji bo Macron: Nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê bi dawî dibe

Fermangeha Peywendiyên Serok Komarê Tirkiye, îro yekşema 27 ê tîrmeha 2025 li daxuyaniyek de balkişand li ser wê yekê ku Receb Tayyip Erdogan, Serok Komarê Tirkiye û Emmanuel Macron Serokê Fransa bi telefonê axaftin.

Li peywendiya telefoniya Erdogan û Macron da, rewşa dawî ya Xezze û pêşhatên navçeyê hatine gotûbêj kirin.

Erdogan bi Macron re ragihandiye, rewşa mirovî li Xezzeyê xeraptir bûye û pêwîste civaka navdewletî ji bo çareseriyeke bi lez dest bi hewldanan bike.

Balkişandine li ser wê yekê ku pêwîste nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê bi dawî bibe. Tekez li wê yekê jî kiriye ku ji bo aştiyeke herdemî li navçeyê da, çareseriya du dewletî merce.

Erdogan her wiha ji ber biryara nasandina Filistînê wekî dewlet, pîrozbahiyê li Macron kiriye.