Şanda ENKS serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo Kirin
Şanda ENKS serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo Kirin
Şandeke Karubarî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî Serdana Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo Kir
Di 24.01.2026an de, şandeke karubarî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi serokatiya Mihemed Îsmaîl, serokê encûmenê, û bi beşdariya Ne'met Dawid cîgirê serokê encûmenê, Mamosta Feyzel Yûsif, Silêman Oso, Ekrem Husên, Emîn Husam, Neşet Zaza û Mehmûd Hacî Elî, serdana Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo kirin.
Şand ji aliyê Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, bi germî û mêvandariyeke bilind ve hatin pêşwazîkirin.
Di dema rûniştinê de, rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û rewşa malbatên koçber hate gotûbêjkirin. Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî spasiyên xwe û rûmeta xwe ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re pêşkêş kirin ji bo hewldan û keda wan ya di xizmetkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê û pêşkêşkirina alîkariyê ji koçberan re.
Herwiha, di civînê de li ser birêveçûna karên mirovahî û rêxistinkirina belavkirina alîkariyê ji bo niştecîhên Rojavayê Kurdistanê hate axaftin, û herdu alî li ser girîngiya berdewamiya hevkariyê û piştgiriya xelkê lêqewimî û niştecîhên Rojavayê Kurdistanê li hev kirin.