Revenda Kurdistanî Li Norwêcê Bi Berpirsiyarên Norwêcê Re Civiyan
Revenda Kurdistanî Li Norwêcê Bi Berpirsiyarên Hikûmeta Norwêcê Re Civiyan
Di 23.01.2026’an de, rêxistinên Kurdistanî yên li Norwêcê, bi hevkariya Navenda Revenda Kurdistanî li Norwêcê, li avahiya Stortinget (Parlamentoya Norwêcê) bi berpirsiyarên payebilind ên hikûmeta Norwêcê re civînek girîng pêk anîn.
Di vê civînê de, rewşa aloz û giran a li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Sûriyê bi berfirehî hate nirxandin û gotûbêjkirin. Nûnerên Kurdistanî bal kişandin ser pêwîstiya alîkariya mirovî ya lezgîn, nemaze ji bo bajarê Kobanê, ku di van demên dawî de ji aliyê grupên teroristên îslamî ve hatiye dorpêç kirin hatiye rastî gelek zehmetiyan hatibû. Herwiha, girîngiya dîtina çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo Sûriyê hate destnîşankirin, ku divê ev çareserî maf û cûdahiyên etnîkî û olî yên gelên herêmê biparêze. Tecrûbeya Herêma Kurdistanê ya Iraqê, ku tê de pêkhateyên cuda bi hev re dijîn, wekî mînakek serketî û erênî hate pêşandan.
Siyasetmedarên Norwêcê yên beşdarî civînê bûn, têgihiştina xwe ya kûr ji bo rewşa heyî nîşan dan. Wan soz da ku dê vê dosyayê bi rêyên siyasî bişopînin û hewlan bidin ji bo dîtina çareseriyek adil û mirovî.