Kurdên Gurcîstanê: Îro Roja Xîretê ye
Kurdên Gurcîstanê: Îro Roja Xîretê ye
Ronahî Komeleya Kurdên Gurcîstanê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî Xwepêşandanek ji bo Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Saz Dikin
Tiblîs – Gurcîstan: Li Tiblîs a paytexta Gurcîstanê, dê di 27.01.2026an de, li ber Parlementoya Gurcîstanê ya li kolana Rustavelî xwepêşandanek girîng ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin. Ev çalakiya protestoyî ji aliyê Komeleya Kurdên Gurcîstanê "Ronahî" û Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve tê organîzekirin.
Rêkxer û amadekarên xwepêşandanê bang li Kurdên li Gurcîstanê û herwiha kesên dilsoz kirin ku beşdarî vê xwepêşandanê bibin û daxwazên maf, azadî û aştiyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bi hev re bilind bikin.
Di daxuyaniya banga xwepêşandanê de hat gotin: "Bijî berxwedana Rojavayê Kurdistanê! Werin, beşdar bibin, em bi hev re rabin ji bo maf, azadî û aştiya gelê Rojava. Kurdno, îro roja xîretê ye. Li malê nemînin, em li benda we ne."
Tê payîn ku ev xwepêşandan dengekî xurt ji bo rewşa heyî li Rojavayê Kurdistanê biafirîne û balê bikşîne ser rewşa mirovî û daxwazên siyasî yên gelê Kurdistanê li herêmê.