Dem dema Xweguhertinê ye

Dem dema Xweguhertinê ye

Jan 24, 2026 - 17:49
Dem dema Xweguhertinê ye
Dem dema Xweguhertinê ye

Nezhet Halî

Eger hinek netewe bi îstîdal (bi anîna belge û delîlan) û hinek jî bi qeyranan biguherin, gelê Kurd ew gel bûye ku mixabin ne bi delîlan guheriye, ne jî bi qeyranê û herwiha ne jî bi karesatan guheriye. Niha dema wê ye ku em dersê ji dîrok û ji îroya xwe û ji wan karesatên ku hatine serê gelê me bigirin, da ku em wekî gelê Kurd bikaribin xwe biguherin. Guhertina rîşeyî ya Kurd jî dermanê derdê Kurd e, derdê hev qebûl nekirinê, dijminatiya hev kirinê û hewldana şikandina hev bi neheqî. Dema wê ye ku em hev qebûl bikin û bibin hevparên hev.

Dema wê hatiye ku ev karesata niha li Rojava diqewime, karesatên jenosîd û enfalan û kîmyabaranê di rabirdûyê de, tawanên nefret yên DAIŞê û yên mîna wan di kuştin û kolekirina keç û jinên Kurd yên paqij de, li gel delîlan û qeyranan û şîretên hevalên gelê me yên ji bo yekîtî û yekrêziyê, me bîne wê astê ku em herdem yekgirtî bin, êdî li dijî hev nemînin, dest ji feda kirina berjewendiya neteweya xwe berdin di berjewendiya kesî û hizbî de.

Dema wê hatiye ku hişmendiya neteweperwerî ya nerm û modern cihê hişmendiya eşîretî û qebîleyî ya paşketî bigire, da ku em neteweyî bifikirin û tevbigerin.

Ew zilm û zordariya ku li gelê Kurd li Sûriyê tê kirin, di kuştin û îxanet kirinê de, wijdana her Kurdekî li her derê hejandiye. Hevhelwestîya giştî ya Kurdan li cîhanê ji bo redkirina vê zilm û neheqiya ku li Sûriyê li Kurdan tê kirin, cihê pesnê ye. Berxwedana şoreşgerî ya herî xweş û medenî ya serdemî jî, ew karê keç û jinên Kurd e ku bi honandina kezîyên xwe bi awayekî din şoreşeke modern di serdema teknolojiya zanyarîyê de domandin.

Ez piştrast im ku hişmendiya gelê me û berdewamiya nerazîbûnên medenî dê hêzeke nû ya neteweya me derxîne holê, êdî ew netewe qebûl nake ku di nava dewletekê de bindestê neteweyeke serdest be, divê bibe hevpar û beşdar.

Êdî gelê Kurd rêya têkoşîna xwe ya rastîn dîtiye, ew herdem li dijî dîktatorî û terorê ye, dilxwazê azadî, edalet û demokrasiyê ye. Çavê wî li cîhana azad e ku piştgiriyê bidin wî di wê rêya dijwar de ku li pêşiya wî ye ji bo parastina azadî û rûmeta mirovahiyê û parastina xwe.