Ji Bo Çareserkirina Doza Kurd Here Qamişloyê

Akif Hesen Ji Serokê Veguhez Yê Sûriyeyê Ehmed El-Şera Daxwaz Dike: Ji Bo Çareserkirina Doza Kurd Biçe Qamişloyê

Sep 18, 2025 - 14:21
Ji Bo Çareserkirina Doza Kurd Here Qamişloyê
Akif Hesen û Ehmed El-Şera

Qamişlo - Kurdistan: Akif Hesen, nivîskar û çalakvanê siyasî, îro, 18ê Îlona 2025an, bi zimanê Erebî gotareke şîretî ya vekirî ji Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şera re belav kir. Di gotara xwe de, Hesen balê dikişîne ser rewşa aloz a Sûriyeyê û pêşniyaz dike ku çareseriya bingehîn ji bo krîzên welêt ji Qamişloyê, bi çareserkirina doza Kurd, derbas dibe.

Hesen, Sûriyeyê bi keştiyeke di deryayeke aloz de windabûyî dide ber hev û tekez dike ku li benda rizgarkerên derve mayîn, tenê derengî û danûstandinên zêdetir aniye. Li gor wî, kilîta çareseriyê ne li paytextên cîhanê ye, lê "di kevirekî biçûk ji kevirên Qamişloyê de ye."

Nivîskar doza Kurd wek "birîneke kevn ku bi dehsalan e dinalîne" bi nav dike û dibêje ku her paşguhkirina wê xwînrijînê zêdetir dike. Ew israr dike ku "Kurd ne dijmin in ku yekîtiya welat tehdît dikin, lê neynikek e ku hemû krîza Sûriyeyê nîşan dide: krîza nasîna yê din, qebûlkirina pirrengiyê, û avakirina peymaneke civakî ku hemûyan dihewîne."

Di peyama xwe de, Hesen bi awayekî rasterast ji Serok El-Şera daxwaz dike ku "çantaya xwe hilde, û barê bendê li pey xwe bihêle" û biçe Qamişloyê. Lê ne wek serokekî ku îradeya xwe ferz dike, lê "wek dewletmedarekî ku li kûraniya birînê li hîkmetê digere." Ew diyar dike ku "tirsa ji 'mafê çarenûsî' tenê xeyalek bû, û nasîna rûmetê welatan perçe nake, lê wan yek dike."

Hesen hişyarî dide ku dîrok ji dudilan re rehmê nake û wêrekî di rûbirûbûna agir ji dilê wê de ye. Ew bawer dike ku "eger tu deriyê lihevkirinê bi Kurdan re vekî, tu ne tenê krîza aliyekî çareser dikî, lê reçeteya mezin datînî ku dê belavî ser krîzên din bibe, û Sûriyeyê ji zeviyeke mayînan a teqîner veguherînî baxçeyek hêviyê ku dikare ji nû ve bê çandin."

Di dawiya gotara xwe de, Akif Hesen tekez dike ku "kêlîka Qamişloyê dibe ku bibe kêlîka Şamê, û kêlîka tevahiya Sûriyeyê." Ji ber ku ji wir "rê ji êşê ber bi hêviyê ve, ji dabeşbûnê ber bi yekîtiyê ve, û ji wendabûnê ber bi bendera ewlehiyê ve dest pê dike."