Helbestvan Emîn Botanî: Kêşeya me li gel jiyanê ye, ne li gel mirinê

Emîn Botanî di derbarê jiyana rojane û kêşeyên rojane ku rastî civakê bi giştî dibin got: kêşeya me ya giştî li gel jiyanê ye ne ku li gel mirinê.

Aug 19, 2025 - 12:50
Aug 19, 2025 - 12:51
Helbestvan Emîn Botanî: Kêşeya me li gel jiyanê ye, ne li gel mirinê

Helbestvanê navdar Emîn Botanî beşdariyê li bernameya TaveHeyv ya telefizyona Waar Media kir û bersîva çendîn pirsên pêşkêşkarê bernameyê Sebrî Silêvanî kir û da zanîn ku kêşeya me ya giştî li gel jiyanê ye ne ku li gel mirinê.

Botanî ji bilî bersîvdana pirsên taybetî yên li ser jiyan û huner û edebiyat û helbestê de, di nava bernameyê de du helbestên xwe yên klasik pêşkêş kirin. Helbestvan Emîn Botanî di derbarê Ehmedê Xanî de jî got ku li gor raya min, li dîroka edebiyata Kurdî û li dîroka edebiyata rojhilatê bi giştî û behra bêhtir ya edebiyata cîhanê de jî Ehmedê Xanî dûbare nabin. 

Emîn Botanî di derbarê jiyana rojane û kêşeyên rojane ku rastî civakê bi giştî dibin got: kêşeya me ya giştî li gel jiyanê ye ne ku li gel mirinê.

Emîn Botanî berhemeke dîwana xwe helbestê heye û çendîn helbestên wî ji aliyê Hesen Şerîf û hunermendên din jî hatiye gotin.

Hêjayî gotinêye ev bername îşev di demjimêr 22.00 an de li Waar Media Tv de dihête belav kirin.