Temirandina agirê daristanên Helepçeyê berdewame
Hemû tîmên Wezareta Navxwe ji bo kontrolkirina şewata Helebceyê hatin erkdarkirin
Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hemû tîmên Wezareta Navxwe ji bo kontrolkirina şewata Helebceyê ku ev du roj in berdewam dike û heta niha du kesan jiyana xwe ji dest dane, hatin erkdarkirin.
Ji duh Yekşemê ve li çend gundên ser bi parêzgeha Helebceyê şewat derketiye, di encamê de heta niha welatiyekî xwebexş û karmendekî polîsê daristanan jiyana xwe ji dest dane û herwiha ziyaneke mezin gihîştiye xweza û jîngeha herêmê.
Wezareta Navxwe îşev Duşemê ragihand: "Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ji bo şopandina encamên şewata daristanên Helebceyê, bi parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih û rêveberê berevaniya şaristanî ya Helebceyê Emîd Abidîn Ebdulrehman re peywendî danî."
Wezîrê Navxwe di peywendiyan de silav û xemgîniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihand wan û sersaxî li malbatên her du ezîzan kir.
Rêber Ehmed amadehiya hemû saziyên hikûmetê û Wezareta Navxwe ji bo bi hewara Helebceyê ve çûnê nîşan da, herwiha tîmên Wezareta Navxwe erkdar kirin ku karê pêwîst ji bo vemirandin û kêmkirina ziyan û kontrolkirina şewatê bikin.
Di heman demê de, Wezîrê Navxwe destxweşî li rêveber, efser û karmendên berevaniya şaristanî û polîsê daristanan û tevahiya hêzên din ên Wezareta Navxwe û xwebexşan kir ku ev du roj in hemû hewlên xwe ji bo kontrolkirina rewşê dane.