Şandeke karsaz û bazirganên Amerîkî têne Kurdistanê

Li gor amarên tomara kompanyên Wezareta Bazirganiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha 178 kompanyên Amerîkî li Herêma Kurdistanê hatine tomar kirin.

Aug 19, 2025 - 09:29
Şandeke karsaz û bazirganên Amerîkî têne Kurdistanê

Kameran Selah Bacgir Cîgirê Serokê Jûra (Odeya) Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê diyar kir: Biryar hatiye dayîn hejmareka kompanya û bazirgan û karsazên Amerîkî li heyva bê serdana Hewlêrê dikin. Ev şande dê ji sekter û kertên cûda cûda yên aborî û bazirganî û veberhênanê de bin”.

Li gor amarên tomara kompanyên Wezareta Bazirganiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha 178 kompanyên Amerîkî li Herêma Kurdistanê hatine tomar kirin.