Rejîma Bees a Iraqê 74 kesan di Şikefta Dekan de şewitand
Di rojeka weku evro da li sala 1969 ê zêdetirî 74 kes ku ji jin û zarok û kesanên bi temen pêkhatibûn di nava şikeftê da hatine şewitandin û jinavbirin, di nava van cangoriyan da jinên ducanî jî hebûn

Kîvî Dekanî welatiyekê gundê Dekane yê ser bi devera Şêxan e û ji rojnameya Evro diyar kiriye ku, duhî 18/08/2025 komkujî û şewitandina şikefta gundê Dekan e û bi amadebûna hejmareka zêde yê kesatiyên siyasî û hikumî û kesukarên cangoriyan di rêwresmek da hatiye bi bîranîn.
Navbihurî got: «Di rojeka weku evro da li sala 1969 ê zêdetirî 74 kes ku ji jin û zarok û kesanên bi temen pêkhatibûn di nava şikeftê da hatine şewitandin û jinavbirin, di nava van cangoriyan da jinên ducanî jî hebûn».
Kîvî Dekanî eşkere kir ku ev hemû jin û zarok ji ber zulm û sîtema rejîma Be'es reviya bûn û çûbûne di nava vê şikeftê da. Lê mixabin rejîma Be'es dûv wan da çûbû û heta gehiştîn şikeftê, paşê agir berdan şikeftê û bi saxî hemû kesên di nava şikeftê de şewitandin, bi tenê çend kesekên kêm li dewrûberê şikeftê mabûn karîn xwe ji vê rûdanê rizgarbikin.