Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya rihspiyên Nînowayê kir
Di hevdîtinê de bi mebesta bihêzkirina peywendiyên dostane û tekez kirina li ser pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirina hemû eşîr û hoz û netewe û mezhebên cûda cûda yên navçeyê kirin.
Îro 18.08.2025 li Baregaha Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Dr Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya komek ji kesayetî û rihspiyên hozên parêzgeha Nînowayê (Musil)ê kir.
Di hevdîtinê de bi mebesta bihêzkirina peywendiyên dostane û tekez kirina li ser pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirina hemû eşîr û hoz û netewe û mezhebên cûda cûda yên navçeyê kirin.
Her wiha şanda mîhvan ji bo vê pêşwaziya germ a ku li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li wan hatiye kirin, spasî rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi giştî kirin û hêvî xwestin ku peywendiya di navbera gelan û ev pêkvejiyan û hevdû qebulkirina ol û mezheb û neteweyan zêdetir bê pêşxistin.