Serok Barzanî pêşwaziyê li Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.
Serok Barzanî pêşwaziyê li Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.
Roja Yekşemê, 1ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Joshua Harris, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û Xanima Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li ser navê Serok û Hikûmeta Amerîkayê spas û hurmetên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo hemû piştgirî û alîkariyên ku ji bo rêkeftina dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de nîşan daye.
Herwiha, di derbarê pêvajoya siyasî ya li Iraqê de, careke din piştgirî û helwesta Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistaneke bihêz di çarçoveya Iraqê de tekez kir.
Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatinê, spasiya rol û helwesta Amerîkayê kir ji bo piştgiriya wan ji bo gelê Kurdistanê û destnîşan kir ku eger helwest û piştgiriya Amerîkayê nebûya di sala 1991ê de, me nedikarî destkeftiyên Raperînê û Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêzin.
Derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya pabendbûna bi destûrê kirin û hevfikir bûn ku divê Iraqî bi xwe li ser bingeha hevparî, hevsengî û lihevkirinê, biryarê li ser rewşa welatê xwe bidin.
Di vê çarçoveyê de, her du aliyan pêşwaziyê li gotûbêj û şêwirên vê dawiyê yên Bexdayê kirin ji bo pêkanîna rêkar û senaryoyên siyasî ku tê de berjewendiyên Iraqiyan bêne berçavgirtin û ji her aliyekî ve hevbeşiya Amerîka û Iraqê bê bihêztir kirin.