Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Berivan Aymaz Kir

Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Berivan Aymaz Kir

Feb 1, 2026 - 18:15
Feb 1, 2026 - 18:24
Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Berivan Aymaz Kir
Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Berivan Aymaz Kir

Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Berivan Aymaz Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê kir

Êvara îro Yekşem, 01.02.2026, Umêd Xweşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, li dîwana parêzgehê, bi amadebûna Rênas Cano, nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, pêşwaziyê li Bêrîvan Aymaz, Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê kir.

Di hevdîtinê de, ku her yek ji Rêvebirê Nivîsîngeha Parêzgar û rêvebirên plansazî, endezyarî, têkilî û qeyranên parêzgehê amade bûn, tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê de hat kirin.

Piştre Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê, ligel bilind nirxandina kar û barên Parêzgeha Hewlêrê, kêfxweşiya xwe ji serdana paytexta Herêma Kurdistanê nîşan da û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di çend dehsalên borî de geşedaneke berçav bi xwe re dîtiye û bûye navendeke girîng li Rojhilata Navîn, û tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera Almanya û Kurdistanê de ji bo qonaxeke demdirêj bi rêya karê şîrketên Almanî li Herêma Kurdistanê û bihêzkirina danûstandinên çandî di navbera her du aliyan de kir. Ji bo vê mebestê, wê bi fermî Parêzgarê Hewlêrê vexwend serdana parlamentoya herêma wan.

Paşê, ji ber ku mezintirîn diyasporaya Kurdî li Ewropayê li herêma wan dijîn, pêşniyara destexûşka her du bajarên Dusseldorf û Hewlêrê ji Parêzgarê Hewlêrê re kir, di vê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê kêfxweşiya xwe ji pêşniyarê re anî ziman û ragihand ku ev pêşniyar gaveke mezin e di pêşvebirina hevaltî û xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Almanyayê de û vexwendnameya wî ya ji bo serdana parlamentoya herêma wan qebûl kir.

Di dawiyê de jî, bal kişandina li ser hemû projeyên girîng û stratejîk ku di dema borî de li sînorê Parêzgeha Hewlêrê hatibûn cîbicîkirin û behsa guherînên keşûhewayê û encamên wê û pirsgirêkên ku ji ber wê di salên borî de rûbirûyî herêmê bûne hat kirin û hemû çareseriyên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine girtin hatin destnîşankirin.