100 Ciwanên Kurdên Ewropa Serdana Kurdistanê Dikin
Qehreman Osman, di derbarê dem û armanca serdana wan de got, ji 01/10 heta 08/10 li Herêma Kurdistanê dimînin û dê çendîn serdan û hevdîtinên girîng pêk bînin, ligel serdana hin dever û cihan.

Hewlêr - Kurdistan: Berpirsê Nivîsîngeha Şîfa Barzanî, Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî dibêje, sibê 100 ciwan, ku ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pêk hatine û ligel wan jî çend ciwanên Almanî û Hollandî hene, serdana Herêma Kurdistanê dikin û heft rojan dimînin û dê çendîn serdan û hevdîtinên girîng bikin.
Qehreman Osman, Berpirsê Nivîsîngeha Şîfa Barzanî, Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, di derbarê vê serdanê de, bi taybetî ji bo malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand, sibê 100 ciwan, ku ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pêk hatine û ligel wan jî çend ciwanên Almanî û Holandî hene, ku di vê komê de ji welatên Almanya, Holanda, Belçîka, Awistirya û Norwêcê ne, serdana Herêma Kurdistanê dikin. Ev kom bi rêya Federasyona Ciwanan a ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî serdana Herêma Kurdistanê dike, ku piraniya wan endamên vê Federasyonê ne û di warên cuda cuda de xwedî bawernameyên bilind in, û di nav wan de yên ku li Almanyayê ji bo şaredariyan hatine berbijêrkirin û hinên din jî ji bo parlemanê hatine berbijêrkirin hene.
Qehreman Osman, di derbarê dem û armanca serdana wan de got, ji 01/10 heta 08/10 li Herêma Kurdistanê dimînin û dê çendîn serdan û hevdîtinên girîng pêk bînin, ligel serdana hin dever û cihan.
Berpirsê Nivîsîngeha Şîfa Barzanî, Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî herwiha got, "Di 8'ê mehê de jî vedigerin welatên xwe û serdana wan a ji bo Herêma Kurdistanê bi dawî dibe, ku biryar e ev bername bidome û salane be."