Peyama Serok Barzanî di 11. Salvegera Têkşikandina Terorîstan li Kobanê

Peyama Serok Barzanî di 11. Salvegera Têkşikandina Terorîstan li Kobanê

Jan 26, 2026 - 13:37
Peyama Serok Barzanî di 11. Salvegera Têkşikandina Terorîstan li Kobanê
Peyama Serok Barzanî di 11. Salvegera Têkşikandina Terorîstan li Kobanê

Roja Duşemê, 26.01.2026an, di yanzdehemîn salvegera têkşikandina terorîstan li Kobanê de, Serok Mesûd Barzanî li ser tora civakî X peyamek belav kir.

Naveroka peyama Serok Barzanî:

"Di yanzdehemîn salvegera têkşikandina terorîstan li Kobanê de, em silavan li Şervan û Pêşmergeyên qehreman re dişînin ku bi piştgiriya Hevpeymanan di berxwedaneke qehremanî de, rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAIŞê û serkeftineke mezin di dîroka gelê Kurd de tomar kirin. Ew serkeftin serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê bû, serkeftina mirovahiyê bû li ser teror û tarîtiyê."