Çar bankên Kurdistanê deynê danîna sîstema elektrîkê ya enerjiya rojê didin

Li bankan pere rasterast ji welatiyan re nayê dayîn, lê belê wek çek ji bo kompanyayê tê xerckirin, projeyên mezin jî dikarin heta milyarek dînar deyn û qerz werbigrin.

Aug 19, 2025 - 13:22
Çar bankên Kurdistanê deynê danîna sîstema elektrîkê ya enerjiya rojê didin

Li Herêma Kurdistanê daxwaza sûdwergirtina ji enerjiya rojê bi mebesta dabînkirina elektrîkê zêde dibe, rojane welatî ji bo danîna elektrîka enerjiya rojê "sîstema solar" li mal û cihên xwe yên bazirganî de bikartînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevbeş ligel projeya ronahiyê, piştgiriya berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê jî dike, ji bo teşwîq û hevkariya xelkê jî projeyeke taybet ji bo wê yekê heye ku bi rêya bankan deynê demdirêj ji welatiyan re bê dayîn ku berhemanîna elektrîka Kurdistanê zêdetir bibe.

Dr. Amanj Herkî, endamê Komîteya Enerjiyê li Parlamentoya Iraqê, ji Ava News re got, "Bankên Cîhan, RT Bank, Banka Temiye û di demek nêzîk de TBI dê deyn bidin welatiyan, heta niha hejmarek welatî li sînorê Hewlêrê deynê xwe wergirtine."

Li ser malpera Wezareta Elektrîkê, navê wan kompanyayên ku sîstemê datînin hatine weşandin, welatî kompanyayê hildibijêre, rênimayî û xizmetguzarî jê werdigire, diçe yek ji bankan, eger muameleya xwe zû bike pênc rojan de werdigre, ji bo malan 7 heta 30 milyon dînar tê dayîn, piştî şeş mehan vegerandina deyn dest pê dike û salane %3 komîsyona îdarî tê ser, ev deyn di nav heft salan de tê vegerandin.

Li bankan pere rasterast ji welatiyan re nayê dayîn, lê belê wek çek ji bo kompanyayê tê xerckirin, projeyên mezin jî dikarin heta milyarek dînar deyn û qerz werbigrin.