Qamişloka bajarê evînê, sibê dibe 99 salî
99 sal li ser damezrandina bajarê Qamişlo re derbas dibe.

Qamişlo bi bajarê evînê tê naskirin, ku di rojeke wekî îro di 20 Tebaxa sala 1926 an de, ev bajar li ser destên hêzên Fransî hate avakirin…
Tê zanîn ku Bajarê Qamişlo yek ji mezintirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye li ser bingeke dîrokî ye hatiye ava kirin û ji ber ku nexşeya wê nexşeyeke xweşik û bedew e ji bo vê yekê jî bi ” Parîs a Biçûk” dihate nas kirin.
Di 20ê, Tebaxa 1926 an damezrandina bajarê Qamişlo ji hêla lîwayê yekem ê Fransî ” Terrier” ve hate plan kirin ji ber hebûna çemê ” Ceq Ceq” ku Fransiya wekî cihekî stratejîk dizanîn, ku qişleya hêzên Fransî cihê xwe li ser girê ku dikeve li başûrê bajarê Nisêbînê baregehek ji bo rêvebiriyê li bin wê de ava kirin. Di wî çaxî de li bajarê Qamişlo ji bilî aşê ” Qidûrbek ” ti avahî li wê derê nebûn. Lîwayê Fransî ” Terrer” ew bû ye ku Herêma başûrê bajarê Nisêbînê hilbijart ku bibe bajarê Qamişlo û ji endezyarê Yûnanî yê bi navê” Xeralpos” xwestibû ku nexşeya bajêr xêz bike û di destpêkê qişleya leşkeran û baregeha rêveberiyê li ser çemê Ceq Ceq hatine ava kirin..
Her wiha tê xuyanî kirin ku bajarê Qamişlo bi destê hemû pêkhateyên herêmê re ava bûye: Kurd, Cihû, Xiristiyan, Ermen, Siryan, Ereb, Misilman û hwd, her yek ji wan di xwest Qamişlo bi rengekî bedew ava bike…
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ser bi parêzgeha” Hisiça” ve ye, ku hemû pêkhateyan li xwe digre. Lê belê tê xuyakirin ku piraniya niştecihên wê Kurdin û balafirgehek lê heye ku 6 km ji dûrî navenda bajar da ye…
Taxên bajarê Qamişlo ev in: Hilêliyê, Kornîş, Erbewiyê, Siryan, Aşoriyê, Bişêriyê, Qidûrbek, Siyahî, Qenat Elsiwês, Enteriyê, Cûmayê, Meyselûn…..
Her wiha kesên rewşenbîr, nivîskar, hunermendên navdar yên ji bajarê Qamişlo ne: Cegerxwîn, Selîm Berekat, Seîd Yûsif, Aram Tîkran û hwd….
Di derbarê bajar de gelek stran û helbest li ser Qamişlo hatine sazkirin, ya herî navdar strana hunermend ” Seîd Yûsif ” ya bi navê Qamişlo bajarê Evînê ye.
Her wiha hêjayî wê yekê ye bê gotin ku di nav me Kurdan de bi navê Qamişloka evînê tê bi lêvkirin…..
Ragihandina ENKSê li Qamişlo