Li gor lêkolînên zanistî bi (DNA) % 2 ji xelkê Tirkiyê Tirkin

Ev jî nîşan dide ku Tirkitî, ji bilî gotareke siyasî û polîtîk, nasnameyeke wisa ye ku bi mebesta ji holê rakirina nasnameyên din bi temamî hatiye avakirin.

Aug 19, 2025 - 14:34
Li gor lêkolînên zanistî bi (DNA) % 2 ji xelkê Tirkiyê Tirkin

Lêkolîner Ismet Ateş babetek bi navê “Li Tirkiyê Kurd û Tirk – Analîzên Rastiya Genetîkî” belav kiriye û li gor lêkolînên zanistî û bi lêkolînên DNA ku hatine kirin sedî 2 ji xelkê Tirkiyê, Tirk in û sedî 98 xelkê Anadol û Mezopotamyayî û Kurd in.

 Ismet Ateş wiha nivîsiye:
Haplogrûpên Y - DNA:
Kesên bi koka xwe ji Asyaya Navîn in (şopên Tirkitiyê):
R1a:  % 12
Q: % 2-3
N: % 4-11
C: % 1-4
Bi giştî % 20-25 (lê ev hemû ne "Tirk" in, beşeke mezin bi gelên Balkanê re têkel bûne)


Yên bi koka xwe ji Anatolya - Mezopotamyayê (gelên xwecihî, Kurd jî di nav de):
J2: % 20-30
J1: % 5-10
R1b, G, E1b1b: % 15-25
Bi giştî % 70-80
Encam: % 70-80 ê nifûsa îro neviyên gelên xwecihî ne.
Rêjeya "Tirkên" resen ên bi koka xwe ji Asyaya Navîn ji % 2-3 derbas nabe.

Profîla Genetîkî ya Kurdan
J2 (%25-40) ➝ Koka Kurdî ya Neolîtîk a Hîlala Berhemdar û Aryanî.
J1 (%10-20) ➝ Pêwendiya Mezopotamya - Kurdistanê.
R1a/R1b ➝ Şopên Med, Mîtanî û Aryanî yên bi koka Kurdî.
Encam: Kurd, berdewamiya rasterast a gelên herî kevnar ên niştecih ên Anatolya - Mezopotamyayê ne.
Belavbûna haplogrupan li Tirkiyeyê (Li Rojhilat J2-J1 serdest in, li Rojava tevlihev e).

Peyam: Gotina "Li Tirkiyeyê Tirk nînin" ne ji bo înkarkirina etnîkî ye, lê li ser bingeha daneyên genetîkî yên rastîn vê wateyê hildigire:
% 95 ê gel bi koka xwe ji Anatolya - Mezopotamyayê ye.
Yên ku ji Asyaya Navîn hatine, kêmaniyeke piçûk in.
Nasnameya ku jê re "Tirk" tê gotin, bi ferzkirina ziman û nasnameya siyasî pêk hatiye, ne li ser bingeheke rastiya biyolojîk / genetîkî ye.

Li vir ti nasnameyeke etnîkî nehatiye armanc girtin, bi temamî daneyên zanistî çi nîşan dabin, ew e.
Wekî ku Demirel gotiye, "Eger em Laz, Çerkez, Arnavut, Rom, Kurd û Ereban ji hev cuda bifikirin, di holê de neteweyek bi navê Tirk namîne..."

Ev jî nîşan dide ku Tirkitî, ji bilî gotareke siyasî û polîtîk, nasnameyeke wisa ye ku bi mebesta ji holê rakirina nasnameyên din bi temamî hatiye avakirin.

Ji xwe Destûra Bingehîn bi xwe vê yekê piştrast dike.
Yanî "her kesê ku bi benda hemwelatîbûnê ve girêdayî ye, Tirk e."

Mebest redkirin, înkarkirin û tinekirina cudahiyan e, eger ev nebe, asîmîlasyoneke tam, bilez û bêkêmasî ye.

Ümit Özdağ çi gotibû, "Eger hûn nebin jî, em ê neviyên we bikin Tirk.."

Ev hedef ne tenê li dijî nasnameyan e, di heman demê de bêyî du dilî binpêkirina ayetên Xwedê ye jî.

16.08.2025
Ismet Ateş