Zanîngeha Hunerê ya Berlînê: Em lêborînê ji Mîkaîl Aslan dixwazin.

Em ji bo vê xeletiyê, ji bo ragihandina bi xwe û ji bo hesta bêrêziyê ya ku di encamê de ji karê hunerî û kesayetiya Birêz Aslan re çêbûye, bi dil û can lêborîna xwe dixwazin.

Aug 18, 2025 - 18:28
Zanîngeha Hunerê ya Berlînê: Em lêborînê ji Mîkaîl Aslan dixwazin.

Zanîngeha Hunerê ya Berlînê (Universität der Künste Berlin UdK Berlin) li ser malpera xwe fermî daxuyaniyeke lêborînê belav kirine û ji hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan daxwaza lêborînê dikin.

Li daxuyaniya zanîngehê de wiha hatiye nivîsîn: Hunermend Mîkaîl Aslan di 12 ê Tebaxa 2025 an de ji Zanîngeha Hunerê ya Berlînê (UdK Berlin) daxwaza xwe ya kirêkirina salona konserê hatibû red kirin. Sedema vê red kirinê wiha hatibû gotin: “Mixabin, performansên hunermendên ku polarîze dikin û / an jî dibe ku bi meylên siyasî ve werin girêdan, ne mimkun in.”

Ev redkirin bêyî hevrêziya rêveberiya zanîngehê û rêveberiya fakulteyê pêk hatiye. Ew ji hêla rêveberiya zanîngehê û rêveberiya fakulteyê ve nayê piştgirîkirin.

Em ji bo vê xeletiyê, ji bo ragihandina bi xwe û ji bo hesta bêrêziyê ya ku di encamê de ji karê hunerî û kesayetiya Birêz Aslan re çêbûye, bi dil û can lêborîna xwe dixwazin.

Piştî ku rêveberiya zanîngehê ji xeletiya redkirinê agahdar bû, tavilê bertek nîşan da û konser û danûstandinên din ji Birêz Aslan re pêşkêş kir.

Di rojên pêş de, em ê di hundurê xwe de lêkolîn bikin ka ev xeletiya îdarî çawa çêbûye, û em ê ji bo pêşerojê rêkarên guncaw li ber bigrin.

Em kêfxweş dibin eger konsera pêşbînîkirî çêbibe û Birêz Aslan di salona konserê ya UdK Berlînê de performansa xwe nîşan bide.

https://www.udk-berlin.de/universitaet/fakultaet-musik/aktuelles/bitte-um-entschuldigung-an-mikail-aslan/?fbclid=IwY2xjawMQIxBleHRuA2FlbQIxMQABHimlg1lY9dqtY94dHxj0oS1HCFkT0I0oJxO_C_23U4t4GJpRSWJSqWOGOgc-_aem_QhoJXny45HxkxySB544MUw