Siud Doskî ji bo qehremaniya cîhanê xwe amade dike

Em jî xwe diwestînîn bo Kurdayetiyê bo xelkê Kurda deyne niyasîn. Em pêdivî palpiştiyê heyne da berdewam bîn ser evê çendê.

Aug 18, 2025 - 18:44
Siud Doskî ji bo qehremaniya cîhanê xwe amade dike

Di daxuyaniyekê da Siud Doskî yarîzanê yariya leşciwaniyê ji bo rojnameya Evro diyar kir berheviyên wî di berdewamin bo qaremanîya cîhanî li welatê Gurcistanê, cudahiyeka mezin heye bişên navê bajêrê xwe nava vê qaremaniya Ewropî bilind biket.

Zêdetir navhatî got: Her çende li sala 2024 ê min pişkdarî di qaremanîya vî sîstemî da kiribû ewa li Kerkûkê‌ hatibû kirin û rêza yekê dest ve îna û madalya zêrî pêşkêşî cenabê Serok Wezîr Mesrûr Barzanî kiribû, ev e yekem qaremaniya derveye pişkdar dibim, biryare li 20 heta 23 ê vê heyva Îlona bihêt bihête kirin, pişkdariya min Master Fîzîke bo jiyên çil saliyê û serdaye, ev aste gelek girîng dibînim pişkdariya xwe di nava evê qaremaniyê bo min taybet.

Siud Doskî got jî: hemû mezaxtî ji kîsê xwe yê taybet kirîne heta pişkdar bim, daxwaziya me ji cihên peywendîdar weku kur û birayê şehîdî û bajêrê Dihokê harîkarbin di gel me em evan kara bo navê bajêrê xwe û Herêma Kurdistanê dikeyn. Em jî xwe diwestînîn bo Kurdayetiyê bo xelkê Kurda deyne niyasîn. Em pêdivî palpiştiyê heyne da berdewam bîn ser evê çendê. Çendîn caran me di gel hilbijartiyê Iraqê qaremaniya pişkdarî kiriye mafê me xwarîne. Ev e maweyê siyê heyve xwe berhev dikem bi hîvî me rêzbendiyeka baş dest ve bînim.

Şaho Ferîd