Nêçîrvan Barzanî tîmên Dihok û Zaxoyê pîroz kirin: ‘Her hebin û her serkeftî bin’

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina tîma futbolê ya Dihokê di Kupaya Îraqê de û ji bo tîma Zaxoyê jî bû duyem, peyamek belav kir û her du tîm pîroz kirin.
Tîma futbolê ya Dihokê li Bexdayê li hemberî tîma futbolê ya Zaxoyê 5-3 bi ser ket û bû şampiyon.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û pîrozbahî li her du tîman û alîgirên wan kir.
Di peyama Nêçîrvan Barzanî de wiha hat gotin:
“Ji dil û can pîrozbahiyê li tîma Dihokê dikim ku Kupaya Îraqê bi dest xist û bû yekem.
Her wiha pîrozbahiyê li tîma Zaxoyê jî dikim ku bû duyem.
Ez destxweşiyê li wan dikim û hêviya serkeftinên berdewam ji wan re dixwazim.
Gihîştina tîmên Dihok û Zaxoyê ya vê astê, ji bo hemû Kurdistaniyan cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.
Hêvîdar im ev ast û serkeftin, rihê werzişê li Kurdistanê û bi giştî li Îraqê bihêztir bike.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de anî ziman, “Her hebin û her serkeftî bin.”
Heta niha tîmên Zaxo û Dihokê 23 caran hatine pêşberî hev.
Di 16 maçan de wekhev mane, Zaxo 2 caran bi ser ketiye û Dihok jî bi serkeftina îşev re bi giştî 8 caran bi ser ketiye.
Kupaya Îraqê ji sezona 1948-1949an û vir ve tê lidarxistin.
Ji Herêma Kurdistanê, tîma Hewlêrê sezona 2022-2023yan derketibû fînalê lê bi encama 1-0 li hemberî Al-Quwa Al-Jawiyayê têk çûbû.
Tîma ku dibe şampiyon, mafê beşdariya Kupaya AFC-2yê ya sezona nû bi dest dixe.
Her wiha her du tîmên ku derdikevin fînala Kupaya Îraqê, sezona bê dê di Kupaya Super a Îraqê de bilîzin.
Tîma Zawrayê bi 16 şampiyoniyan, di vî warî de xwedî rekor e.
Sezona borî jî tîma Şurteyê bi golekê zora Al-Quwa Al-Jawiyayê biribû û kupa rakiribû.
Di dîroka Kupaya Îraqê de tîma ku di maçekê de herî zêde gol avêtine, tîma Ceyşê ye ku sala 1987an 14 gol avêtibûn tîma Babilê.
Çavkanî: Rûdaw