Messi dihête siza dan ya na?

Jul 24, 2025 - 18:23
Jul 28, 2025 - 18:24
Messi dihête siza dan ya na?

Lionel Messi beşdariyê li yariya hemû stêran (stêrên xula Amerîkî × stêrên xula Meksîkî) nekir û nayê siza dan, di demek da ew yarîzan ji bo yariyê tê vexwendin û amade jî nabê. Li gor yasaya xula Amerîkî ji yariyek divê bê dûr xistin.

Li yariya hemû stêran ku bi bêyî beşdariya Lionel Messi birêveçû, stêrên xula Amerîkî 3-1 ji stêrên xula Meksîkî bir, lê belê pirsyara girîng ewe ye gelo Lionel Messi dihête siza dan yan na?

Eger Messi bê siza dan mafê wî yê yekê nabê li yariya girînga 27 ê vê mehê da beşdariyê bike ku Inter Miami li xula Amerîkî da mîhvandariya yaneya Cincinnati dike, lê belê gelo tê siza dan? Eger neyê siza dan, sedem çî ye?

Wisa xûya ye xula Amerîkî Messi siza bide, ji ber ku hêcetek tînin ku tîpa wan beşdariyê li şampiyonaya cîhanî kiriye û paşê bîhvedanê wernegirt û vegeriya beşdariya li xula Amerîkî û yariyên paşxistî da kir. Ji bo wê yekê ew westiyane û mafê wan yê wê yekê heye bîhnvedanê bidin.

Don Garber, Komîsyarê Xula Amerîkî li vî derbarî de got: "Miami xişteyeke cûda heye beramber bi tîpên din, zêdetirê wan bîhnvedaneke 10 rojî wergirtine, lê belê Miami wê bîhnvedanê wernegirt. Lio li zêdetirê wan yariyên ku têda beşdariyê kiriye 90 xulekên tevahî yariyê kiriye".

Her wiha got: "Birastî min pê xwe bû Lio li vir bûya, îro sipêdê ji min re gotin ku Messi û Alba rahênanê nekirine, ji bo wê yekê beşdarî nekirina wan li vê yariyê da hêceta xwe heye".

Lionel Messi heta niha li hîç yariyeke stêrên MLS da beşdariyê nekiriye û sala derbasbûyî jî ji ber birîndariyê amade nebûbû.