Bi biryarekê Iraq, lêbirîna mûçeya mûçexorên Herêma Kurdistanê destpêdike

Jul 28, 2025 - 18:48
Bi biryarekê Iraq, lêbirîna mûçeya mûçexorên Herêma Kurdistanê destpêdike

Hikûmeta Iraqê lêbirînek li ser mûçexorên Herêma Kurdistanê bi cîh dike û li meha tîrmehê ve destpêdike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dema lîsta mûçeya meha tîrmehê dişîne, li gor wê sîstemê amade dike.

Li gor yasaya Iraqê % 10 ê mûçeya mûçexoran tê birîn, biryar jî li sala 2014 heta 2024 e. Qerza 10 salî wê lêbirîna ku niha li ser mûçexorane, bi 36 mehan tê wergirtin.

Li gor zanyariyan Wezareta Darayî ya Iraqê bi Herêma Kurdistanê ragihandiye, lêbirîna % 10 ê xanenişînî bi cîh dike, ji bo wê yekê lîsta mûçeya meha tîrmehê bi wê mekanîzmê tê amade kirin.

Li Herêma Kurdistanê li gor yasa % 7 ê mûçeyê fermanberan ji bo xanenişînî dihate birîn, lê belê li Iraqê li gor yasaya yekgirtiya xanenişînî ew lêbirîn % 10 e.

Li gor biryara Iraqê bê, hemû mûçexorêk % 10 ê mûçeya wî dihête birîn û qerzê 10 salên derbasbûyî jî ku ji wê lêbirînê ketiye dîsa lê tê wergirtin. Ew qerz bi 36 mehan ji mûçexoran dihête wergirtin ku li gor mûçeya bingehîn lêbirîn cûda dibe.

Ew lêbirîne hemû mûçexorên şaristanî û serbazî li xwe digre, wan hemû mûçeyan jî li xwe digre ku li Herêma Kurdistanê li salên 2014 heta 2024 ber lêbirîn û paşekeftê ketine.

Ew biryar ji mûçeya meha hezîranê nayê bi cîh kirin, lê belê li mûçeya meha temmûzê bi cîh dibe, wate mûçexorên Herêma Kurdistanê mûçeyeke din jî bibê wê lêbirînê werdigrin.