Dayika ku li Diyarbekirê bawer nedikir ku zaroka wê miriye, piştî 17 salan mafdar derket

Dayika ku li Diyarbekirê bawer nedikir ku zaroka wê miriye, piştî 17 salan mafdar derket

Aug 24, 2025 - 18:15
Dayika ku li Diyarbekirê bawer nedikir ku zaroka wê miriye, piştî 17 salan mafdar derket

Li Amedê, 17 sal berê cenazeyek bi gotina ku zaroka wan miriye radestî hevjînên Ercan û Fatma Aslan hatibû kirin. Lê bi hestên dayikê yên bi salan dom kirin, pêvajoyeke yasayî û hiqûqî hate destpêkirin û bi encama DNA yê derket holê ku zaroka mirî ne ya wan e.

Di sala 2008an de ji hevjînên Fatma û Ercan Aslan re kurek çêbû. Ji ber ku jidayikbûn li malê pêk hatibû, hevjînên Aslan ji bo kontrola zaroka xwe ya ku navê Muhammed Furkan lê kiribûn, serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê dan. Zarok pêşî li vir, paşê jî ji bo nexweşxaneyeke bi hemû derfetan veguhestin Nexweşxaneya Zarokan a li Deriyê Çiyê (Dağkapı) ya Diyarbekirê hate kirin.

Zaroka ku li vir dima, di roja 17an de serê sibê xebera mirina wê dan malbatê. Malbatê zarok di nav qutiyekê de wergirt û veşart, lê bi salan bêaram bûn. Dayik Fatma Aslan, piştî ku hestên xwe bi hevjînê xwe re parve kir, ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî serî li dozgeriyê da. Hesta dayikê ya ku digot zaroka mirî ne ya wê ye, piştî 17 salan bi encama DNAyê rast derket.

Bav Ercan Aslan got ku di sala 2008an de li malê zarokek wan çêbûye û navê Muhammed Furkan lê kirine. Aslan diyar kir ku wan wê demê nasname û kartela tenduristiyê jî jê re derxistibû û wiha got: "Ji ber ku zayîn zû û li malê bû, me ji bo tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê geriya. Ew jî hatin û zarok birin. Piştî karûbarên fermî yên li wir, wan biryara rakirina Nexweşxaneya Zarokan a li Deriyê Çiyê ya Amedê da. 17 rojan li wir ma. Di roja 17an de serê sibê saet di 03:00an de ji personelê nexweşxaneyê telefonek hat. Gotin, 'Serê we sax be, zaroka we koça dawî kir'. Di vê demê de, tiştên ku diviyabû bi awayekî normal bihata kirin, nehatin kirin."

Aslan got, "Divê şîrê dayikê her roj nebe jî, herî kêm du rojan carekê bihata dayîn. Lê wan destûr neda ku em şîrê dayikê bidin. Wan destûr neda ku dê û bav zarokê bibînin," û axaftina xwe wiha domand:

"Gava tiştên wiha çêdibin, bêguman di serê mirov de guman çêdibe. Em çûn, cenazeyê me di nav qutiyekê de dan me. Me ew bir û ji bo bicihanîna erkên olî, me li Goristana Yenîkoyê ya Amedê veşart. Dema me doz vekir, piştî lêpirsînê ji Rêveberiya Goristanên Yenîkoyê ya Amedê nivîseke hat û tê de dihate gotin, 'qeyda ku we kesek veşartiye nîne'. Nebûna qeydê kêmasiyeke wan e. Em bi rapor û bi desthilata tenduristiyê û nasnameyê çûn wir û çend hevalan ji bo veşartinê alîkarî kirin. Pêvajoya hiqûqî 3 sal berê dest pê kir. Hîn jî berdewam e. Em dixwazin ji niha û pê de çi hewce be were kirin. Em mexdûr in. Dê û Bav dizanin. Nebûna zarokekê, revandina wê, guhertina wê, ev ne tiştên hêsan in."

Dayik Fatma Aslan jî diyar kir ku zaroka wê di 5ê Sibata 2008an de hatiye dinyayê û paşê wan ew biriye nexweşxaneyê.

Aslan got, "Me ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, ji wir jî ew birin Nexweşxaneya Zarokan a Deriyê Çiyê li Amedê. 17 rojan jiyabû. Di nav 17 rojan de ez 3-4 caran çûm ber deriyê wê nexweşxaneyê. Wan ez nehiştim bikevim hundir. Gotin, 'Qedexe ye, tu nikarî bibînî'. Piştî 17 rojan gotin zaroka we miriye. Di nav qutiyekê de radestî hevjînê min kirin. Vê carê min qet hest nekir ku ew miriye. Hinekî giriyam lê wekî dayikekê ku kezeba wê bişewite, rewşa wê xirab bibe û pir xemgîn bibe, min hesteke wisa nejiya. Tew ez bi xwe re jî ketim hesabê. Kurê min miriye, çima ez xemgîn nabim. Ez dayikeke wisa me ku du zarokên min ên din jî hene. Ez li ser wan ditirsim. Ewqasî bala xwe didim zarokên xwe. Min qet hest nekir ku ew miriye. Min her tim ji hevjînê xwe re digot. Ez bi hestên xwe dizanim, bi raya min kurê min sax e, bi min kurê min sax e. Bi vî awayî 14 sal derbas bûn."

Aslan destnîşan kir ku wan bi hevjînê xwe re biryar daye û got, "Me got em ê serî li dozgeriyê bidin. Eger sax be em ê wî bibînin, eger ne sax be jî jixwe di gorê de ye, ez ê ewqas xemgîn nebim. 3 sal berê me serlêdan kir. Par di 1ê Mijdarê de gor hat vekirin. Encama DNAyê jî ne ya me derket. Hem ji min hem jî ji hevjînê min nimûne hatin girtin. Rapora encama DNAyê ji Saziya Tendirustiya Dadî ya Stenbolê hat. Ez dizanim, kurê min sax e. Sedî sed piştrast im. Xwedê dizane, lê ez piştrast im kurê min sax e û li cem malbateke din e. Ez dizanim, ew li wir jî ne bextewar e. Dibe ku ez şaş bim. Eger ez dayik bim, kurê min sax e û li wir qet ne rehet e. Kurê min yan li Amedê ye yan jî li derdora wê ye. Ez bang li hemû rayedaran dikim. Bila demildest kurê min bibînin. Ez dixwazim malbatên zarokên ku di wê dîrokê de li wê nexweşxaneyê çêbûne, werin."

Parêzerê malbatê Zekî Oran got ku piştî vê trajediyê ya ku di sala 2008an de qewimî, malbatê 3 sal berê serî li dozgeriyê daye.

Oran da zanîn ku dozgeriyê li ser serlêdana malbatê lêpirsîn daye destpêkirin û wiha axivî: "Lê ji ber ku lêpirsîn bi awayekî bibandor nehate meşandin, biryara neşopandinê (takipsizlik) tê dayîn. Li hemberî serlêdanên israrkar ên malbatê, dozgerî dosyayê ji nû ve digire dest û biryara vekirina gorê (fetih kabir) tê dayîn. Piştî ku biryar hat dayîn, hem genetîka malbatê hem jî ya zarokê hat girtin û ji saziya tiba edlî re hat şandin. Di encama ku ji saziya tiba edlî hat de, derket holê ku zarok ne yê malbatê ye. Lêpirsîn hîn jî berdewam dike. Me di vê pêvajoyê de ji bo cezakirina her kesê ku kêmasiya wî hebe û ji bo dîtin û radestkirina zarokê ji malbatê re hemû serlêdanên pêwîst kirine."