Li Başûrê Kurdistanê ajaldarî zêde bûye

Wezareta Çandiniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Tevî bandora hişkesaliyê, veberhênan di sektora ajaldariyê de zêde bûye

Aug 10, 2025 - 14:00
Li Başûrê Kurdistanê ajaldarî zêde bûye

Rêveberiya Samanê Ajelan a Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, li gel bandora neyînî ya hişkesaliyê, sektora ajaldariyê li Herêmê geşedaneke berçav bi xwe ve dîtiye û gelek welatî ji ber sedemên aborî vedigerin ser vî karî.

Rêveberê Samanê Ajelan Fîras Sidîq îro 10ê Tebaxê ji K24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 4 milyon û 500 hezar ajalên biçûk (mî û bizin) û 250 hezar ajalên mezin hene.

Sidîq diyar kir, hişkesaliyê bandoreke neyînî li ser hejmara ajalan kiriye û got: "Li gor texmînan, ji ber hişkesaliyê rêjeya ajalan li Herêma Kurdistanê di navbera %20 û 25an de kêm bûye."

Lê belê da zanîn, li gel vê kêmbûnê, çend faktorên din bûne sedem ku welatî ji nû ve berê xwe bidin ajaldariyê. 

Sidîq diyar got: "Buhabûna nirxê goşt li ser asta cîhanê û nebûna derfetên damezrandinê di sektora giştî de, du sedemên serekî ne ku xelk han dane da ku vegerin ser karê ajaldariyê."

Ev vegera li ser ajaldariyê bi taybetî di zêdebûna hejmara projeyên nû de xuya dibe. Rêveberê Samanê Ajelan mînaka projeyên qelewkirina golikan da û got: "Di sala 2019an de, tenê 65 proje hebûn ku şiyana wan 20 hezar serî bû. Lê niha, hejmara projeyan gihiştiye 105an û şiyana wan jî bûye 98 hezar serî. Ev tê wateya ku şiyana berhemanînê %350 zêde bûye."

Stratejiya Hikûmetê û Projeyên Mezin

Fîras Sidîq destnîşan kir, stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgirîkirina projeyên çandiniyê û giringîdana bi samanê ajalan, roleke sereke di vê geşedanê de lîstiye û amaje bi çend projeyên mezin ên wekî "Projeya Zoom" û "Revin Farm" li devera Barzan, "Projeya Mirwarî" li Kelarê û "Projeya Kavîn" li Dihokê kir, ku bûne sedema zêdebûna hejmara ajalan li wan deveran.

Di dawiyê de Sidîq got: "Rast e hişkesaliyê bandoreke neyînî kir, lê bi saya projeyên nû û siyasetên hikûmetê, sektora ajaldariyê ber bi pêş ve diçe û gelek welatî feydeyê jê dibînin."