Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir
Roja Şemiyê 22yê Mijdara 2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir.
Di civînê de her du aliyan behsa encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e encamên hilbijartinê di xizmeta xelkê Iraqê de bin.
Herwiha di civînê de balkişandin li ser rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê û biryar li ser berdewamiya danûstandina bîr û ramanan û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên di nava pêvajoya siyasî ya Iraqê de hat dayîn.