Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Hewlêrê kir

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Hewlêrê kir

Nov 23, 2025 - 12:36
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Hewlêrê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Hewlêrê kir

Roja Yekşemê, 23yê Mijdara 2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz (Ehmed Hesen Ehmed Silêman El-Şihî) Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê silav û rêzên serkirdayetiya Îmaratê gihand Serok Barzanî û serkeftina pêvajoya hilbijartinê li Serok Barzanî pîroz kir û hêvî xwest ku encamên hilbijartinê di xizmeta gelê Iraqê de bin. Herwiha, Konsulê Giştî yê Îmaratê pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe di warên aborî, bazirganî, teknolojiya zanyarî, çandinî û warên din de bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bi xêr hatina Konsulê nû yê Îmaratê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û dûpat kir ku gelê Kurdistanê her dem nêrîneke erênî û dostane li hember Îmaratê heye û pêşwazî li berdewamî û pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de kir.

Pêşhat û rewşa siyasî ya Iraq û herêmê bi giştî, mijareke din a vê hevdîtinê bû.