Keça Kurda Helepçeyî li Bellevue Hate Hilbijartin

Keça Kurda Helepçeyî li Bellevue Hate Hilbijartin

Nov 6, 2025 - 13:22
Nov 6, 2025 - 13:26
Keça Kurda Helepçeyî li Bellevue Hate Hilbijartin
Keça Kurda Helepçeyî li Bellevue Hate Hilbijartin

Bellevue, Washington: Narîn Biryar (Naren Briar), Kurd-Amerîkîyek ku malbata wê bi eslê xwe ji Helebceya Başûrê Kurdistanê ye, li gorî encamên destpêkê, roja Çarşemê wek endama Encûmena Bajêr a Bellevue li Washington, DYE, hate hilbijartin.

Briar li Dallas, Texasê ji dayik bûye û mezin bûye, û zanîngeha Boston College qedandiye.

Wê li şirketa Meta li ser mijarên nepenîtiyê û polîtîkayê xebitiye û bernameya tevlêbûna civakî ya Bellevue Essentials temam kiriye. Briar herwiha xwebexşeke çalak e, şîretan li xwendekaran dike û ji bo kal û pîran bernameyan rêxistin dike.

Ew berê di 19ê Çileyê de li ser Instagrama xwe ji bo kampanyaya xwe nivîsîbû: "Dêûbavên min di dema qirkirina gelê Kurd de di bin desthilatdariya Sedam Huseyn de reviyan. Dema ez hatim Bellevue, min piştrast zanî ku ev ê bibe mala min ji bo mayîna jiyana min. Û ezmûnên min ên berê li vî bajarî bûn xalek hevpar ku ji min re derfet û îlhamên mezin peyda kir."

Wekî din, wê li Rojavayê Kurdistanê û Iraqê karên mirovî kiriye da ku çareseriyan ava bike ji bo dabînkirina elektrîk û perwerdehiyê li kampên penaberan.

"Di vê rojê de, 37 sal berê, bavê min û malbata wî bi zorê ji êrîşên gaza kîmyewî ya mustazê ku rejîma Sedam Huseyn di sala 1988an de li ser sivîlên Kurd li Helebceyê dest pê kiribû, reviyan," wê di 16ê Adarê de, di salvegera komkujiya Helebce de, li ser rûpela xwe ya LinkedIn nivîsî, komkujiya ku di 16ê Adara 1988an de bi hezaran Kurd di êrîşeke kîmyewî ya mezin a rejîma Iraqê de hatin kuştin.

"Piştî wêrankirina bajarê wan, bavê min û diya min bi mêranî wek penaber reviyan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê - tenê bi çend quruşan di berîkên xwe de. Wan ji sifirê dest pê kirin, nirxên edalet, perwerdehî û xebata dijwar di min de çandin.

"Van ezmûnan soza min a kûr ji bo avakirina civakên xurt û pêşwazîdar û dabînkirina hikûmetek herêmî ya bi bandor çêkiriye. Ev soza min e ku min îlham daye ku ez ji bo Encûmena Bajêr li Bellevue, Washingtonê bixebitim."

Li gorî encamên destpêkê, Briar li hember hevrikê xwe Conrad Lee pêşeng bû.