Ji Kazakîstanê Pêngaveke Girîng Ji Bo Zimanê Kurdî

Pêngaveke Girîng Ji Bo Zimanê Kurdî: Gulnara Akhmedova Bi YouTube Û Elfabêya Nû Zarokan Hîn Dike

Sep 9, 2025 - 16:59
Ji Kazakîstanê Pêngaveke Girîng Ji Bo Zimanê Kurdî
Mamosta Gulnara Akhmedova

Almaty - Kazakîstan: Li gor daxuyaniyeke ji bajarê Almatyê, mamosteya zimanê Kurdî Gulnara Akhmedova dest bi pêngaveke girîng kiriye, bi rêya tora civakî ya YouTube dersên zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd bi taybetî yên Kurdên Sovyeta Berê pêşkêş dike. Ev pêngav bi weşandina elfabêya Kurdî ya zaravayê Kurmancî ya nûjen di Nîsana 2023'an de hate xurtkirin.

Gulnara Akhmedova, bi vê însiyatîfa xwe, dixwaze alîkariya zarokên Kurd bike, bi taybetî yên ku li derveyî welat dijîn, da ku zimanê xwe yê dayikê hîn bibin û pêş bixin. Ev yek wek gaveke girîng ji bo parastin û geşkirina zimanê Kurdî di nifşên nû de tê dîtin.

Elfaba Kurdî ya ku ji aliyê Akhmedova ve hatiye amadekirin, bi çar zimanan hatiye çêkirin: Kurdî, Rûsî, Qazaxî û Îngilîzî. Vê taybetmendiyê wê ji bo zarokên ku di pergalên perwerdehiyê yên cihêreng de ne, hêsantir dike ku fêrî alfabeya Kurdî bibin.

Mamoste Akhmedova spasiyên xwe ji hemû hevalên ku piştgiriya weşandina vê pirtûka nû ya Kurdî kirin re anî ziman. Ev projeya du alî – dersên serhêl û pirtûka elfabeyê – di qada perwerdehiya zimanê Kurdî de bi taybetî ji bo zarokan, hêviyeke nû peyda dike.