KDC Êrîşa li ser Xwepêşanderên Kurd li Belçîkayê Şermezar Dike û Banga Lêpirsîna Kûr Dike

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Êrîşa li ser Xwepêşanderên Kurd li Belçîkayê Şermezar Dike û Banga Lêpirsîna Kûr Dike

Jan 23, 2026 - 17:21
KDC Êrîşa li ser Xwepêşanderên Kurd li Belçîkayê Şermezar Dike û Banga Lêpirsîna Kûr Dike
Konfederasyona Revenda Kurdistanî Êrîşa li ser Xwepêşanderên Kurd li Belçîkayê Şermezar Dike û Banga Lêpirsîna Kûr Dike

Antwerp – Belçika: Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC) bi tundî êrîşa tundûtûjî şermezar kir ku duh Pêncşemê li bajarê Antwerpê yê Belçîkayê, ji aliyê çend Erebên Sûrî ve li ser komek welatiyên Kurd ên ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandaneke aştiyane lidar xistibûn, hatibû kirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê KDC ve hatine belavkirin, êrîş bi kêran hatiye encamdan û di encamê de 6 Kurd birîndar bûne, rewşa du ji wan giran e.

Konfederasyonê, digel hêviya şîfayê ji bo birîndaran, bang li polîs û desthilatdarên Belçîkayê kir ku lêpirsîneke kûr û berfireh li ser vê bûyerê bikin û tawanbaran bi tundî ceza bikin. Tevî ku 4 gumanbar hatibin destgîrkirin jî, KDC tekez dike ku pêwîst e ewlehiya Belçîkayê, rê li ber van cure êrîşên nijadperestî bigire û revenda Kurdistanî biparêze.

Di daxuyaniya xwe de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî herwiha bang li endamên revenda Kurdistanî kir ku aramiya xwe biparêzin û tenê serî li rêkarên hiqûqî bidin. Wan destnîşan kir ku fikra tolhildanê di çanda Kurdî de nîne û tekezî li ser piştgiriya aştî, aramî û ewlehiya welatan kirin.

KDC bang li Kurdistaniyên li diyasporayê kir ku di xwepêşandanên xwe yên aştiyane de ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin û "dengê mezlûmiyeta Kurd bigihînin cîhanê."
Daxuyanî bi gotinên "Bijî Kurd... Bijî Kurdistan" bi dawî bû.

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ya di derbarê êrîşkirina li ser xwepêşanderên Kurd li Belçîkayê

Ji Raya Giştî û Saziyên Belçîkayê re

Em bi tundî wan êrîşên tundûtûjiyê şermezar dikin ku duh Pêncşemê li bajarê Antwerpê yê Belçîkayê, ji aliyê çend Erebên Sûrî ve li ser komek welatiyên Kurd, ku bi awayekî sivîl ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kom bûbûn, hate kirin.

Li gor agahiyan, êrîş bi kêran hatiye encamdan û bûye sedema birîndarbûna 6 Kurdan, ku rewşa du ji wan giran e.

Em digel hêviya şîfayê ji bo birîndaran, ji polîs û desthilatdarên Belçîkayê daxwaz dikin ku lêpirsîneke kûr bikin û kesên kiryarên vî tawanî bi tundî ceza bikin.

Herçende 4 gumanbar hatibin destgîrkirin jî, lê em tekez dikin ku pêwîst e ewlehiya Belçîkayê, revenda Kurdistanî biparêze û rê li ber van cure êrîşên nijadperestî bigire.

Herwiha em ji Revenda Kurdistanî daxwaz dikin ku aramiya xwe biparêzin û tenê serî li rêkarên hiqûqî bidin, li ser tolhildanê nefikirin, ji ber ku fikra tolhildanê di çanda Kurdî de nîne. Em her dem piştgiriya aştî, aramî û ewlehiya welatan dikin, û ji Kurdistaniyên diyasporayê daxwaz dikin ku di xwepêşandanên xwe yên aram de ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin û dengê mezlûmiyeta Kurd bigihînin cîhanê.

Bijî Kurd... Bijî Kurdistan
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
23.01.2026an