5. Care Hunermendê Kurd Xelata Wezareta Derve ya Rûsyayê Werdigre
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Hunermendê Kurd Pêncemîn Care Xelat Dike
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, di merasîmeke ku di 25ê Tebaxê de hate lidarxistin, xelata şêwekarê herî baş a hola dîplomatîk pêncemîn care pêşkêşî hunermend û wênesazê Kurd Norîk Musoyan kir.
Hunermendê Kurdê Rusyayê Musoyan vê carê di pêşbirkeke dijwartir de pêşbaziyê kir; wêneya wî ya Qada Smolenskaya di pêşbirka şêwekaran ya hola dîplomatîk a Wezareta Derve de di nav zêdetirî 300 karên din de cîhê yekem girt. Xelata wî ji aliyê Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Maria Zakharova ve hat pêşkêşkirin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê destnîşan kir ku beşdarên îsal ji Rûsya, DYE, Awistirya, Holanda, Kazaxistan, Belarus, Moldova, Gurcistan, Nîkaragûa, Ozbekistan, Tirkiye û Sûriyê pêkhatibûn.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Hunermendê Kurd Xelat Dike
Berdevka Wezareta Karên Derve, Zakharova, got: "Em ji bo têkiliyê bi kesên ku afirîneriyê hembêz dikin, nirxên kevneşopî diparêzin, dixwazin xwe îfade bikin ne ku xwe an yên din hilweşînin, lê afirandinê bikin re, vekirî ne."
"Em vekirî ne, û em amade ne ku bêyî ti nîşaneke dabeşkirinê, cûdabûnê ji bo her kesî platforman peyda bikin. Em nîşan didin ku welatek divê çawa be dema ku dixwaze ber bi pêşerojê ve biçe."
Norîk Musoyan hunermendekî ciwan ê bi navdar û serkeftî ye, her wiha xwendekarekî jîr e. Vê salê ew ji Zanîngeha Şêwekariyê bi pileya bilind derçûbû.
Li gel dîplomaya xwe û rûmetên zanîngehê, ji wî re bernameya masterê di qada wî de jî hate pêşkêşkirin.
Şêwekarê Kurd ê 22 salî niha li Moskowê dijî û heta niha beşek ji van pile û xelatan wergirtiye:
2016 - dîploma pileya 1emîn a Pêşbirka Herêmî ya Samarê "Ez Dixwazim Bibim Muzîkjen" di beşa "kemane, pîano" de.
2017 - dîploma pileya 2yemîn a Pêşbirka Herêmî ya Samarê "Karnavala Venedîkê" di beşa "wênekêşî" de.
2018 - dîploma pileya 2yemîn a Pêşangeh-Pêşbirka Navneteweyî ya Vekirî "Ji Bo Rûmeta Welat" di beşa "grafîk" de.
2019 - dîploma pileya 1emîn a Pêşangeh-Pêşbirka Vekirî "Ez ji Xêzkirinê Hez Dikim" di beşa "wênekêşî" de.
2019 - dîploma pileya 1emîn a Pêşangeh-Pêşbirka Vekirî "Ez ji Xêzkirinê Hez Dikim" di beşa "kompozîsyona stendê" de.