Şerê Navxweyî, Nemana Baweriyê û Rêya Paşerojê ya Aştiyê

Damezrandina karmendên saziyên dewletê li ser bingeha jêhatîbûnê be, û ne navendîbûna îdarî li cihê pêwîst de bi awayekî mentiqî bê piştgirîkirin û bi parvekirina desthilatê re bê rêxistinkirin.

Aug 28, 2025 - 11:13
Şerê Navxweyî, Nemana Baweriyê û Rêya Paşerojê ya Aştiyê
Hawraman Ali Tawfik

Şerê navxweyî û bandorên wê yên li ser civakê, yek ji cureyên herî metirsîdar ên pevçûnan e, dema ku çînên civakê rûbirûyî hev dibin. Ew ne tenê bi wêrankarî û xirabkirina bingehê de sînordar nabe, belku dirêj dibe ji bo çandina dubendî û rik û kîn û nefreta di navbera endamên yek netewe, yek ziman û yek çandê de.

Parçebûna civakê û hilweşîna têkiliyên wê, cîrantiyê vediguherîne dijminatiyê, dostaniyê vediguherîne rikeberiyê û têkiliyên herêmî û eşîrî bihêztir dibin û ji têkiliya neteweyî û hezkirina niştiman û axê kêm dikin.

Şer dibe sedema hilweşîna aboriyê û bingehên hildiweşîne. Kargeh têne girtin û bazar radiweste û disekine. Çandinî tê paşguhkirin û bêkarî û xizanî berfirehtir dibin. Di encamê de, koçberiya navxweyî û derveyî berfireh dibe. Koçberî, bêîstîqrarî, tirs û tundûtûjî gelek malbatan neçar dikin ku mal û axa xwe biterikînin.

Bandorên derûnî yên li ser nifşên paşerojê ne tenê di sînorên şer de namînin, belku dikevin nava ruhê mirovan û bandora wê herheyî dimînin. Ew zarokên ku di atmosfereke şer de mezin dibin, bi xemgîniyeke derûnî ya kûr mezin dibin û metirsiyê li ser paşeroja tevahiya civakê çêdikin, wekî beşek ji vî nifşa îro ku ji bilî lêdan, heqaret, tinazîkirin, jêbirina her tiştî û heznekirina welat tiştekî din nizane û ti nirx û prensîbek li cem wî girîng nîne.

Lawazbûn û qelsbûna baweriya bi saziyên dewletê: Şerê navxweyî baweriya gel bi qanûn û saziyên dewletê hildiweşîne û derî li ber tevlihevî, tundrewî û tundûtûjiya berdewam de vedike. Ji ber vê yekê, şerê navxweyî şerê di navbera dijberên asayî û normal de nîne; ew xwînrêjiyeke navxweyî ye ku metirsiyê li ser neteweyê bi xwe çêdike. Bandorên wê yên kûr heta piştî rawestana fîşekan jî berdewam dikin û civak bi salan ji bo başbûnê hewce dike. Kurd yek ji wan neteweyan e ku heta niha ji encamên şerê navxweyî rizgar nebûye. Ji ber vê yekê, diyalog, dadperwerî û lihevhatin tenê rêya dûrketina ji vê wêrankariya navxweyî ne. Pêwîst e civak beşek ji vê pêvajoyê be.

Em Kurd xwedî dîrokeke tal a van şeran in û her tim bandoreke nebaş li doza rewa ya gelê me kiriye. Zêdetirî 32 sal berê, bîranîna şerê birakujiyê û bêguman vegera nîvê salên şêstan û paşê salên heştêyan, hemî bi hev re rojên dijwar û zehmet bûn di dîroka Kurd de. Bi salan bû Kurd bi xwe di bin zilm û zora dijminan de bû, ji aliyekî din ve jî şerê xwînî yê bira bi bira berdewam bû.

Eger em bixwazin ew dîrok dubare nebe û hemî bi hev re beşek bin di encamdana vê pêvajoyê de, pêwîstiya me bi avakirina saziyek rewa heye ku ewlehî, dadperwerî û derfetên kar peyda bike bi awayekî ku baweriyê ji nû ve ava bike.

Kêmkirina rola yên ku kar li ser teşwîqkirina tundûtûjiyê dikin bi riya pêşketineke giştî di bextewariya aborî de ku metirsiya şerê navxweyî û tevliheviyên wê kêm dike. Dabeşkirina desthilatên siyasî, leşkerî û aborî bi awayekî zexm û baş, bi awayekî ku bandoreke nebaş û neyînî li ser hebûna rikeberî û cudahiya bîr û raman û nakokiyan nebe û destûr di vê navberê de biryardar û serdestê hemûyan be.

Beşdariya ciddî ya jin û ciwanan di danûstandin û çêkirina siyasetê de. Beşdariya jinan bi aştiyeke domdartir ve girêdayî ye. Perwerdehiya ji bo welatîbûnê û berxwedan li hember tundrewiyê di dibistan û medyayê de, du rolên pir girîng, bibandor û hestiyar in.

Çawa em li şûna "jêbirina" dîrokê, şopên şerê navxweyî jê bibin? Ji bo vê gavê divê hebûna çekan di destê saziyên fermî yên hikûmî de be û yekbûna bi bernameyên pîşeyî û derûnî re û piştgiriya civakê re dibe. Dadperweriya hevseng û raboriya ji bîrkirî di dadgehkirin û efûkirin û wan binpêkirinên ku qewimîne, nêzîkbûn û meyldana ber bi baştirkirina mafên mirovan û demokrasiyê ve, ew jî di çarçoveyeke diyarkirî de, bi taybetî ji bo civakek mîna Kurd ku hîn jî dewlet nîne û pirsgirêkên wê bi welatên ku tê de hatiye dabeşkirin pir in û gelek caran ew demokrasî bandoreke neyînî li ser pêvajoyên neteweyî de dike. Ya girîng ew e ku dengdan û hilbijartin wekî xwe bêne qebûlkirin û gel ji wê fikra îdeolojîk a kevneşopî ya ku berê baweriya xwe pê anîbû û tenê li ser bingeha kîn û nefret û şopên dubendiyê hatibûn avakirin dûr bikeve. Belku li ser bingeha kar û xizmet, proje û bextewarî û dîtina cîhanê ya wê aliyê ku di wê çarçoveyê de kar dike û dixwaze siyaseta xwe ji bo xizmeta gel pêk bîne.

Rakêşana nakokiyan di fikir û ramanê de bi awayekî ku em wekî mirov hev qebûl bikin û niyeta xerab li hemberî hev nebe û ew bawerî di çarçoveya welat û netewe de cihê xwe bigire. Damezrandina karmendên saziyên dewletê li ser bingeha jêhatîbûnê be, û ne navendîbûna îdarî li cihê pêwîst de bi awayekî mentiqî bê piştgirîkirin û bi parvekirina desthilatê re bê rêxistinkirin. Mayîna bîranînan bi awayekî berpirsiyarane û aştiyane û lihevhatinê, belgekirina binpêkirinan û bîranînan ku qurbaniyan bi bîr tînin û vegotineke neteweyî ya giştî bê avakirin û bi wê re jî raborî neyê jêbirin.

Hawraman Ali Tawfik

Rojnameya Xebat