Mala Kurd li Torontoyê Bîranîna Jîna Emînî Li Dar Xist

Mala Kurd li Torontoyê Bîranîna Jîna Emînî Li Dar Xist, Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" Hate Zindîkirin

Sep 15, 2025 - 14:43
Mala Kurd li Torontoyê Bîranîna Jîna Emînî Li Dar Xist
Mala Kurd li Torontoyê Bîranîna Jîna Emînî Li Dar Xist

Toronto - Kanada: Roja Yekşem, 14ê Îlona 2025an, li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, Mala Kurd bi mebesta piştgirî û hevxemiya bi Kurdên Rojhilatê Kurdistanê re, beşdarî salvegera sêyemîn a qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa Emînî) bû. Jîna Emînî, ku sê sal berê di 16ê Îlona 2022an de ji aliyê yekîneyeke "Gesta Îrşad" a rejîma Îslamî ya Îranê ve li Tehranê hatibû qetilkirin, bûbû sembola berxwedan û destpêka şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî".

Jîna, keçeke 22 salî ji Seqizê, Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew dema ku ji bo serdanê li paytexta Îranê bû, bi hinceta "neguncawî" ya serpoşê wê, ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû desteser kirin û di encamê de canê xwe ji dest dabû. Mirina Jîna, bû sedema şoreşeke berfireh ku ji bajarê Seqiz dest pê kir û bi mehan piraniya bajarên Îranê girt ber xwe. Ev tevger, bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî", hêviyên mezin ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û rejîma wê ya faşîst vejandibû.

Li civîna bîranînê ya li Torontoyê, gelek Kurd û dostên wan kom bûn. Wan bi vê çalakiyê careke din girîngiya bîranîna Jîna Emînî û berdewamiya têkoşîna ji bo azadî û mafên mirovan anîn ziman. Beşdaran pankartên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" û alên Kurdistanê bilind kiribûn. Ev çalakî, peyameke zelal bû ku bîranîna Jîna û daxwazên şoreşa wê nehatine jibîrkirin û têkoşîn dê bidome.

Di daxuyaniya Desteya Rêveberiya Mala Kurd li Toronto de hat gotin: "Silav li giyanê Jîna Emînî û hemû cangoriyên Kurd û Kurdistanê. Mirin û rûreşî ji dagirkerên axa Kurdistanê re. Rûreşî ji Komara Terorîst a Îslamî ya Îranê re. Jin, Jiyan, Azadî."

Ev bîranîn, careke din nîşan da ku doza Jîna Emînî û tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li seranserê cîhanê zindî ye û piştgiriya civaka navneteweyî distîne.