Kevintirîn strana cîhanê, Kurdî ye û 3.400 sal berê hatiye tomar kirin
Profesor Dr (Anî Draft Corn) li Zanîngeha California demekê dirêj li ser van tabloyan kar kir. Heta niho, li gor bawerîya desthelatan, çi note û pîverên mozîkê berî Yunaniyan nebûn.

Li sala 1950 di demê vekolînên zanayekê Fransî li devera Ogarît (Ogarît) li Sûriye, tabloyekê straneka Kurdî ya Horî (Hurî) hate dîtin ku navê wê (Mala Horî) bû, bi pîtên bizmarî hatibû nivîsîn.
Zana bawer diken ku ev strane bo 1.400 berî zayînê vedigerît, eve kevintirîn strana cîhanê ye ku bo şahjina Ogarît Nîkal hatîye nivîsîn. Zanayan diyarkir ku piştî dîtina tabloyî û dûbare dariştina wê li ser binemayên muzîkê, diyarbû ku ev stran berî stranên Yunanî hatiye nivîsîn.
Ev strana Kurdî ya Horî di sedsala çar dehê berî zayînê da gelek berbelav bû.
Profesor Dr (Anî Draft Corn) li Zanîngeha California demekê dirêj li ser van tabloyan kar kir. Heta niho, li gor bawerîya desthelatan, çi note û pîverên mozîkê berî Yunaniyan nebûn.
Di sala 1963 da, vekolînek hate belavkirin ku diyarkir gelên Rojhilata kevin xudan notên muzîkê bûn. Her çende ev note niha ketine nav lîsta 50 muzîkên kevin yên cîhanê. Lê berî 3.400 salan muzîk û straneka gelek berbelav hebû. Ev stran bi amîrên muzîka elektronî hatîye şîrovekirin.
Ev strana Kurdî Horî bo şahjina Ogarît Nîkal û hevjîna xudawendê heyvê Parke Nîkal hatîye nivîsîn. Paşî parçe muzîkeka nû li ser vê stranê zêde kiriye ku naveroka stranê behsa jineka bê zarok diket, xudê cûtekê zarokan didetê.
Li gor gelek jêderên girîng yên dîrokî, Horî hozên Kurdên kevin bûn ku li mezopotamya jorîn û pişka bakûrê çiyayên Zagrosê dijiyan û memleketa Mîtan damezrandin.
Kurdên Horî hevbendiyên xurt li gel Fîraunên Misrê hebûn, Nefertîtî şahjina Fîraunan ji regezê Kurdên Horî bû.
Hejayî gotinê ye, berî çend salan li çiyayê pişta Dihokê li kela Fîraunî, peykerekê biçûk yê wî lê hate dîtin û ew parça şûnewarî li muzexana Dihok ya şûnwarî hate parastin.
Metîn
https://www.youtube.com/watch?v=KElPnD-dbkk