Îran du kesên din jî sêdare da
Roja çarşema 6ê Tebaxa 2025, Desthilata Dadweriya Îranê ragihand îro kesek bi tometa sîxurîkirina bi Îsraîlê û keseke din jî bi tometa endametiya Da'îşê sêdare dane.
Desthilata Dadweriya Îranê ragihand, kesek sêdare dane ku fermanberê cîheke girîng û hestiyar bûye û bi tometa sîxurîkirina bi Îsraîlê hatiye sêdare dan.
Roja çarşema 6ê Tebaxa 2025, Desthilata Dadweriya Îranê ragihand îro kesek bi tometa sîxurîkirina bi Îsraîlê û keseke din jî bi tometa endametiya Da'îşê sêdare dane.
Ajansa Mîzanî ya ser bi desthilata Dadweriya Îranê bi bê eşkerekirina navê van du kesan ragihand yek ji wan fermanberê cîheke girîng û hestiyar bûye.
Piştî belavbûna vê nûçeyê, kanala “Xebernameya Emîrkebîr” ya li tora civakiya Telegram eşkere kir, yek ji wan kesên hatine sêdare dan ku navê wî “Rûzbêh Wadî” bûye, zanayeke atomî û doktorayê Endazyarê Atomî bi pîsporê reaktor bûye û li Zanîngeha Emîrkebîrî ya Tehranê xwendina xwe temam kiriye.
Navbihurî endamê “Lêkolînên zanistî û teknelojiya atomî” ya ser bi rêxistina Uzeya (Enerjiya) Atomî ya Îranê bû.
Desthilata Dadweriya Îranê ragihand “komkirin û şandina belgenameyên nihênî” beşek ji hevkariyên berbelavên wî kesî bi Îsraîlê re bûye û zanyarî jî li ser yek ji zanayên Atomî ya Îranê ku li cengê 12 rojî da hatibû kûştin, da bû Dezgeha Hewalgiriya Îsraîlê.
Kesê duyem jî ku îro hatiye sêdare dan navê wî “Mehdî Esxerzade” bûye û ji aliyê desthilata Dadweriya Îranê ve bi endametiya Da'îş hatiye tometbar kirin.
Desthilata Dadweriya Îranê dibêje navbihurî li Sûriye û Iraqê rahênanên serbazî pê hatiye kirin û bi niyeta encamdana kirdarên terorîstî li nav Îranê da bûye.
Komara Îslamî ya Îranê li piştî cenga 12 rojî bi Îsraîlê re heta îro herî kêm 10 kesan bi tometa sîxurîkirina Îsraîlê sêdare daye.