Yekemîn qonaxa plana geştiyariya Soran tê bi cîh kirin
Masterplana geştiyariya Soran neh navçeyên berfireh li xwe digre, niha li navçeya yekem da kar destpêkiriye ku ji Xelîfan heta Bêxal dirêj dibe û li 13 projeyên geştiyarî pêkhatiye û li rêya teleferîkeke 11 kîlometir dirêjiyê bi hevre girêdide.
Karên masterplana geştiyariya Soran li qonaxa dawî daye û di demeke nêzîk de dest bi bicîhkirina qonaxa yekema projeyeke mezin ya geştiyariyê tê kirin ku beşeke ji masterplanê.
Masterplana geştiyariya Soran neh navçeyên berfireh li xwe digre, niha li navçeya yekem da kar destpêkiriye ku ji Xelîfan heta Bêxal dirêj dibe û li 13 projeyên geştiyarî pêkhatiye û li rêya teleferîkeke 11 kîlometir dirêjiyê bi hevre girêdide.
Helgurd Şêx Necîb Serpereştyarê Îdareya Serbixweya Soran li vî derbarî de ji bo rojnama (Gilkend) ragihand masterplan bi serpereştiya raste rast ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêveçûye û nêzîkî du sale kar têda tê kirin. Armanca serekî jî berfireh kirin û cûr bi cûr kirina dahatan û dabînkirina derfetên kare ji bo xelkê navçeyê.
Di derbarê naveroka masterplana geştiyariya navçeyê de, balkişand li ser wê yekê ku ji ber berfirehiya tixûbê, li qonaxa yekem da kar li navçeyên geştiyariyên Geliyê Elî Beg, Bêxal û Çiyayê Bapiştiyan tê kirin. Her wiha dibêje girîngiyeke taybet bi rê û ban hatiye dayîn bo ku geştiyar di dema serdan kirina navçeyên geştiyariyê da tûşî giriftên hatin û çûnê nebin.
Teleferîkek bi dirêjiya 11 km, yek ji projeyên girîngên nav masterplanê ye, wekî ku Helgurd Şêx Necîb dibêje teleferîkek li qeza Xelîfan destpêdike heta digihe Çiyayê Gorez, Çiyayê Bapiştiyan, Bêxal û Şingilbane bi hev re girêdide. Ev e jî wiha dike ew hemû cih cihên sext û dijwarin û xwediyê dîmeneke dilrevînin, geştiyar bi piyan û otomobêlan nikarin serdana wan cihan bikin. Li rêya wê teleferîkê û çend rawestgehek ve dikarin biçin.
Heta niha budce û dema temambûna wê projeya mezin nehatiye destnîşan kirin, ji ber ku proje naverokeke zêde û berfireh li xwe digre. Lê belê wekî Serpereştiyarê Îdareya Serbixweya Soran behs kir, çend kompanyayeke navxweyî û biyanî karê encamdana projeyê dikin.
Di derbarê berfirehkirina geştiyariya li her çar demsalên salê da jî, Helgurd Şêx Necîb wê yekê xiste rû ku proje wiha hatiye dîzayn kirin ku li her çar demsalên salê da sûd jê bê wergirtin û tevgera geştiyariyê bi dirêjahiya salê têda berdewam bê, bi taybetî jî geştiyarên zivistanê rû li navçeyê bikin, ji bilî girîngîdana zêde ya bi navçeyên şûnewariyên deverê.
Hejar Mecîd