DRA Ragihand: Bingeha Yekîtiyê Li Bielefeld Hate Danîn
Êzidî jî ji bo pêvajoya aştiyê amade ne û li her derê mafê Êzidatiyê û nasnameya Êzidatiyê diparêzin. Her wiha bang li rêxistinên ku li derveyî tifaqê mane kirin û gotin ku "derî vekiriye, kerem bikin."
Bielefeld, Almanya (08.09.2025) – Dengê Rojperestên Azad (DRA) ragihand ku roja 7ê Îlona 2025an li bajarê Bielefeldê ji bo hemû Êzidî roja tifaqê û destpêka pîrozbahiyên hevbeş ên cejnên Êzidiyan e. Piştî demek dirêj a xebat û amadekariyan, di vê rojê de ji bo yekîtî û tifaqeke nû ya Êzidiyan gavek girîng hate avêtin.
Li gor daxuyaniya DRA, di 7ê Îlona 2025an de li bajarê Bielefeld-Herfordê civînek ji bo pîrozkirina Cejna Batîzmê hate lidarxistin. Di vê civînê de bi dehan kesayetên berpirsiyar û rêveberên Tifaqa Êzidiyên Cerihiyê li hev civiyan û di encama gengeşiyên bi nirx de, cara yekemîne li ser bingeha yekîtî û tifaqa Êzidatiyê biryar hat girtin ku cejna xwe ya Batîzmê bi hev re pîroz bikin.
Tifaqa Duyemîn Ji Bo Hemû Rêxistinên Êzidiyan
DRA her wiha destnîşan kir ku ev demeke ku ji 30ê Tîrmeha 2025an ve li civîna Hannoverê, 17ê Tebaxa 2025an li civîna Cloppenburgê û 7ê Îlona 2025an li civîna Bielefeldê ji bo yekîtî û tifaqa Êzidiyan xebatên girîng hatine meşandin.
Di civîna dawî ya 7ê Îlona 2025an ya Bielefeldê de, bilî rêxistina ZÊD, piraniya rêxistin û saziyên Êzidiyan amade bûn. Bi pêşkêşvaniya Serokê GEA (Komeleya Êzidiyên Cîhanî) birêz Îbrahîm Kûş, piştî demjimêran ji gengeşiyên kûr û dûr, li ser bingeha heyetek Êzidiyan ji hemû herêman, heyetek hate erêkirin. Her wiha, ji bo paşeroja Êzidiyan, biryarek ji bo meclîsekê hate girtin ku ji bo Êzidiyên Bakur çareseriyan peyda bike.
Di van rojên pêşiya me de, biryar hate girtin ku heyetek biçe Enqereyê û bi rayedarên têkildar re li ser pirsgirêkên Êzidiyan ên lezgîn û girîng hevdîtinan pêk bîne.
Di dawiya civînê de hate diyarkirin ku Êzidî jî ji bo pêvajoya aştiyê amade ne û li her derê mafê Êzidatiyê û nasnameya Êzidatiyê diparêzin. Her wiha bang li rêxistinên ku li derveyî tifaqê mane kirin û gotin ku "derî vekiriye, kerem bikin."
Di dawiya civînê de, Serokê GEA birêz Îbrahîm Kûş hemû amadekariyên civînê, xwarin û vexwarina ji bo aştiya navbera Êzidiyan amade kiribû, bi keyfxweşiyeke mezin bi dawî bû.
DRA spasiya hemû rêxistin û saziyên Êzidiyan kir ku li hemberî hev tehemûl kirin û destpêka yekîtî û tifaqê dan. Her wiha spasiya DÎROK 74 Tv û karmendên wê kirin. DRA daxwazên xwe yên "Bijî Tifaq û Yekîtiya Êzidiyan" û "Êzidî ji hemû deman zêdetir ji aştiyê re amade ne" dubare kirin.