Kurdistan Ji Amerîkayê Daxwaza Sîstema Dij-Drone Dike
hinek milîşiyayan bi dronan êrîşî aramiya Herêma Kurdistanê kirine. Ji ber vê yekê, wî daxwaz kir ku Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê sîstema dij-drone dabîn bike da ku ewlehî zêdetir were misogerkirin.
Hewlêr - Kurdistan: Îro 08.09.2025, Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di civîneke taybet a veberhênanê de ku bi veberhênerên Amerîkî re hatibû lidarxistin, ragihand ku hinek milîşiyayan bi dronan êrîşî aramiya Herêma Kurdistanê kirine. Ji ber vê yekê, wî daxwaz kir ku Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê sîstema dij-drone dabîn bike da ku ewlehî zêdetir were misogerkirin.
Kerta veberhênanê li Herêma Kurdistanê di pêşkeftineke berdewam de ye. Di civîneke taybet a di navbera Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, Rêber Ehmed, Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wendy Green, Konsola Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, beşdar bûn û axivîn.
Rêber Ehmed destnîşan kir ku çend meh berê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdaneke gelek serkeftî bo Amerîkayê pêk anî, ku ev serdan bû sedema vekirina rûpeleke nû di warê bazirganî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de. Herwiha, peyama xwe gihand ku Herêma Kurdistanê hevalbendeke pêbawer e. Rêber Ehmed got: "Peyama min heman peyama serokwezîr e ku em dixwazin me têkiliyeke bihêztir bi Amerîka û kompanyayên Amerîkî re hebe."